Li kantona Firatê belavkirina mazotê bi dawî dibe

Li kantona Firatê 3 meh e mazota germkirinê li şêniyan tê belavkirin. Hevserokê Rêveberiya Sotemeniyê diyar kir ku xebatên belavkirinê ber bi dawiyê ve diçin.

Li kantona Firatê belavkirina mazotê bi dawî dibe
23 cotmeh, 2025   16:16
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Rêveberiya Giştî ya Sotemeniyê ya Kantona Firatê 3 meh e belavkirina mazota ji bo sobeyan li şêniyan didomîne.  

Der barê xebatên belavkirinê de hevserokê Gerînendetiya Sotemeniyê ya Kantona Firatê Nebo Temo ji ANHA`yê re axivî.

Temo diyar kir ku zêdetirî 3 meh e wan dest bi belavkirina mazotê kiriye û wiha got: “Me biryar da ku beriya demsala zivistanê, mazota zivistanê belav bikin."

Temo da zanîn ku li bajarên Kobanê, Qinayê, Şêran, Çelebiyê, Sirîn û Eyn Îsayê mozot tê belavkirin û ev agahî dan: "Li her pênc bajaran mazot li xelkê tê belavkirin, heta niha ji sedî 95 mazot hatiye belavkirin û dê heta dawiya vê mehê wê bi dawî bibe. Hejmara kartên mazotê heta niha gihaştiye 55 hezar û 500’an û malbatên ku mazota xwe wergirtine 46 hezar e."

Nebo Temo diyar kir ku heta niha wan derdorê 9 hezar kart dane malbatan, lê malbatan heta niha mazot wernegirtine û got: "Daxwaza me ji malbatên ku hate niha mazot wernegirtiye, bi lez berê xwe bidin cihê mazotê ji bo ku mazota xwe dagirin.”

Nebo Tamo diyar kir ku ji bo her kartekê 300 lître mazot hatiye diyarkirin.

ANHA