‘Bi saya Rêbertî em azad bûne, ji bo azadiya wî em ê li qadan bin’

Jinên ji kantona Firatê diyar kir ku bi saya Rêber Abdullah Ocalan azadiya xwe bi dest xistine û got heta azadiya fîzîkî ya Rêbertî dê li qadên têkoşînê bin.

‘Bi saya Rêbertî em azad bûne, ji bo azadiya wî em ê li qadan bin’
16 tebax, 2024   02:25
KOBANÊ
SARIYA ŞÊXO

Endama Kordînasyona Kongra Star û berdevka Navenda Lêkolînan a Jineolojiyê yên kantona Firatê têkildarî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan ji ajansa me re axivîn.

Endaman Koordînasyona Kongra Star a Kantona Firatê Macîde Hesûn bi bîr xist dewleta Tirk tecrîdê li ser Rêber Abdullah Ocalan roj bi roj girantir dike, nahêle ne parêzer ne jî malbat hevdîtinê bi Rêber Abdullah Ocalan re pêk bînin.

‘GEL Û RÊBERTÎ JI HEV QUT NABIN’

Macîde Hesûn anî ziman ku dewleta Tirk bi hemû şêwazên xwe yên qirêj her tiştî dikin da ku gel û Rêbertî ji hev du qut bikin û got: "Lê berovajî vê yekê gel û Rêbertî weke goşt û neynokê bi her ve girêdayî ne tu carî ji hev du nayên qut kirin. Em jinên kantona Firatê  em ê bi hêz û vîna ku Rêber Abdullah Ocalan di dilê me de çandî, bi wî rihî têkoşîn bikin. Rêberê xwe ji nava çar dîwarên Îmraliyê derxînin, azad bikin.”

Macîde bi bîr xist ku dema ku Rêber Abdullah Ocalan cara yekemîn hat Rojava bû  girêdana jinên Rojava bi raman û felsefeya wî re xurttir bû û wiha domand: "Jin ji wê demê de li ser raman û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan xwe bi rêxistin dikin. Îro jî encama wê rêxistinê li ber çavan e. Jinan di her derê de cihê xwe girtiye, ev yek jî bi saya fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan e.”

‘JI BO AZADIYÊ TÊKOŞÎN’

Macîde Hesûn tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan wekî tecîrda li ser jin, civak û tevahî mirovahiyê bi nav kir û wiha axivî: " Dema Rêber Abdullah Ocalan dibêje min ew projeya nîvçe hiştî wê jin li ser temam bike, bi rastî jî jin bi hemû hêza xwe tê dikoşin. Lê ji bo ku em vê tecrîdê bişkînin, divê em hîna têkoşîna xwe xurtir bikin heya Rêber Abdullah Ocalan bi fîzîkî di nava xwe bibînin.”

Macîde Hesûn di dawiyê de wiha got: “Bi milyonan kes li ser raman û felsefeya Rêbertî xwe bi rêxistin kirine. Bi milyonan kes ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bê navber çalakiyan li dar dixin."

Berdevka Navenda Lêkolînan a Jineolojî ya kantona Firatê Sedîqa Xilo îşart pê kir ku destkefiyên ku jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dest xistine berhema paradîgmeya Rêber Abdullah Ocalan e û got:" Jin bi xwe bingeha civakê ye. Em her tim jî dibêjin ku azadiya jin azadiya civakê ye. Ev azadî jî tenê bi fikra Rêber Abdullah Ocelan pêkan e."

‘HÊZA ME RÊBERTÎ YE’

Sedîqa Xilo anî ziman ku li Rojava şoreş bi hêza jin û berxwedana wê dest pê kir û wiha domand: "Jin hêza xwe ji Rêbertî girtine. Jinan koletî qebûl nekir, berxwedanî kir. Di dîrokê de tu zanist an jî saziyek girêdayî jinê tune bû. Lê Rêber Abdullah Ocalan hemû zanistên heyî kir yek zanist, hemû warê civakê ew jî kir zanista jin. Hemû zanistên heyî jî di bin destê jin de derdikeve. Dema ku civakek tê kolekirin, destpêkê jin tê kolekirin. Lê bi derketina Rêber Abdullah Ocalan re jin di hemû warî de azadiya xwe bi dest xist."

Sedîqayê di dawiya axaftina xwe de got: "Em ê heta dawiyê li hemberî desthilatdariyê serî hildin. Bi hêza jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, em ê azadiya fîzîkî a Rêber Abdullah Ocalan misoger bikin."

(bb)

ANHA