Kewser Doko: Destûreke ku nûnertiya tevahiya pêkhateyan bike lazim e
Hevseroka Partiya Sûriyeya Pêşerojê Kewser Doko xwest ku Hevpeymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibe modela destûra Sûriyeya siberojê û got, Hevpeymana Civakî nûnertiya tevahiya pêkhateyên gelê Sûriyeyê dike.

Ligel rexne û bertkên li hemberî "Danezana destûrî" ya ku ji aliyê desthilata Şamê ve hatiye ragihandin, girîngiya Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wekî pêşniyara destûreke nîştimanî ya giştî derdikeve pêş. Ji ber ku ev hevpeyman li ser beşdarî û lihevhatina tevahiya beşên civakê û pêkhateyên herêmê derketiye.
Di der barê mijarê de Hevseroka Partiya Sûriyeya Pêşerojê Kewser Doko ji Ajansa me ra axivî û got "Gelê Sûriyeyê ji serdema Partiya Baas’ê heya rejîma Esed zêdetirî nîv sedsalê ji ber paşguhkirin, înkar û bêdengkirinê êş kişand. Bi destpêka şoreşa Sûriyeyê re di Adara 2011’an de hêviyên gel demokasî, azadî û edalet ji tevahiya Sûriyeyan re derketin. Lê me di dema dawîn de siyasetên dûrxistin û paşguhkirin, bi taybetî li dijî jin û ciwanan dîtin."
Kewser Doko bang li desthilata Şamê kir ku sûdê ji tecrûbeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bigire û bi bîr xist ku Rêveberiya Xweser hevpeymanek civakî çêkiriye ku xizmeta tevahiya pêkhateyan dike û rola jin û ciwanan mîsoger dike.
Kewser Doko"Danezana destûrî" ya desthilata Şamê rexne kir û diyar kir ku ev danezan beşdariya rasteqîn a pêkhateyan Sûriyeyê pêk neaniye û rola jin û ciwanan mîsoger nake.
Hevseroka Partiya Sûriyeya Pêşerojê Kewser Doko anî ziman ku partiya wan daxwaza destûrekê dike ku tevahî partîû pêkhateyên civakî bêyî paşguhkirin an dûrxistin bigire nav xwe.
(bb)
ANHA