Koçberên Serêkaniyê bîranînên xwe di konan de vedijînin

Ji bo koçberên bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî yên ku di kampên bajarê Hesekê de dimînin, rojên cejnê jî wekî rojên din ên asayî ne. Koçberan banga bidawîkirina dagirkeriya Tirk û misogerkirina vegereke ewle ji bo bajarê xwe dubare kir.

Koçberên Serêkaniyê bîranînên xwe di konan de vedijînin
Koçberên Serêkaniyê bîranînên xwe di konan de vedijînin
Koçberên Serêkaniyê bîranînên xwe di konan de vedijînin
Koçberên Serêkaniyê bîranînên xwe di konan de vedijînin
Koçberên Serêkaniyê bîranînên xwe di konan de vedijînin
Koçberên Serêkaniyê bîranînên xwe di konan de vedijînin
8 hezîran, 2025   06:10
HESEKÊ
BILIND HECÎ

Koçberan  Serê kaniyê ku di kampên de jiyan dikin bi bûneya cejnê banga bidawîkirina dagirkeriya Tirk kirin ku ji Cotmeha 2019'an ve li ser bajarê wan e û misogerkirina vegereke wan a ewle dubare dikin.

‘EM BI AŞTÎ DIJIYAN LÊ NIHA EM BI TIŞTEKÎ HEST NAKIN’

Ji konekî kampên koçberiyê Fatme Hisên a ji bajarê Serêkaniyê ku dayika 4 zarokan e, got: "Daxwaza me ya yekane em vegerin xaka xwe, di nav mirovên xwe de di aştiyê de bin. Me amadekariya cejnê dikir, şîranî dikirî û pêşwaziya cîran û xizman dikir. Malên me bi şahiyê mişt bibûn, lê niha her tişt vemirî ye.”

Fatme Hisên wiha domand: "Îro em nikarin şa jî bibin. Cejn wekî rojeke asayî derbas dibe. Zarok pîroziya cejnê hest nakin û em jî jiyanê hest nakin.”

‘CEJNA LI KONAN NE TU CEJN E’

Şemse Xalid a ji gundê Menacîr ê Serêkaniyê yê dagirkirî wiha axivî: "Me berê beriya çend rojan dest bi amadekariya cejnê dikir. Me xwarinên cejnê çêdikirin, malên xwe amade dikirin, ji zarokan re cilûberg dikirîn. Di sibeha cejnê de me serdana gorên malbatên xwe dikir, piştre li malan digeriyan û me cejna hev pîroz dikir. Ew roj nayên jibîrkirin. Ez wan rojan wekî xweştirîn kêliyên jiyana xwe dibînim.”

Şemse Xalid wiha zêde kir: "Îro qet ne wekî cejnê ye. Em di konan de ne, di nav germê û tozê de mane. Hin malbat hene bi carekê jî cejnê pîroz nakin. Ne tenê ji ber rewşa aborî, di heman demê de ji ber ku hêviyên wan têk çûne. Xewnên me biçûk in, em dixwazin dagirker û çete derkevin û em bi ewlehî vegerin warê xwe.”

VEGERA BIRÛMET

Mecid Silêman ê ji heman bajarî got: "Her tişt ji destê me çû. Em di malên xwe de bi ewlehî dijiyan. Me cejn bi malbatên xwe re pîroz dikir û îro jî tiştek di destê me de nemaye.”

Silêman îşaret bi vê yekê kir ku jiyan di kampan de nabe û wiha pê de çû "Di havînê de agir e, di zivistanê de jî em di nava avê de dimînin, xizmetguzarî jî ne zêde ye. Me cejn bi coşeke mezin pêşwazî dikir, lê îro xema me tenê ew e ku em vegerin, xewna me vegereke birûmet e.”

(mh)

ANHA