Rastiya Judenratan, wêdetirî mêtingeriyê û rûbirûbûna bi hilweşîna navxweyî ya Kurdan re - Hakki TEKÎN

Rastiya Judenratan, wêdetirî mêtingeriyê û rûbirûbûna bi hilweşîna navxweyî ya Kurdan re - Hakki TEKÎN
8 hezîran, 2025   08:15

Gelê Kurd bi sedan salan e bi zext, îmha, înkar û asîmîlasyonê re rû bi rû dibe. Ev rewş gelek caran bi têgeha "mêtingeriyê" tê ravekirin. Lê mîna her têgihekê, mêtingeriyê jî sînorekî xwe heye. Serdestiya mêtinger a klasîk, bi zordariya yekser, mêtingeriya aborî û serdestiya çandî ya ji aliyê hêzeke derve ve tê vegotin. Lê di dîroka gelê Kurd de ne tenê mêtingeriyeke ji derve ve, di heman demê de ji navxweyî ve jî jinavçûneke sîstematîk heye.

Rêber Apo ji bo ravekirina vê jinavçûnê, berê xwe dide têgîneke gelekî ecêb, lê di heman demê de ji aliyê teorîk ve xwedî hêzeke mezin anku Judenratê. Bi zimanê almanî tê wateya Juderantê, ‘Konseya Cihûyan’ e. Ev mekanîzmayeke hevkariyê ye ku di nav sînorên ku ji hêla otorîterên Nazî ve ji hêla Almanyaya Naziyan ve ji bo birêvebirina gettoyên Cihûyan ên li Polonya, Macaristan, Lîtvanya, Çekoslovakya û herêmên din ên Rojhilatê Ewropayê hatiye avakirin ku ji sala 1939'an ve ji aliyê naziyan ve hatibûn dagirkirin. Judenrat li ber çavan nûnerên gel bûn, lê di esasê xwe de taşeronên navxweyî yên qirkirinê bûn. Dibe ku van komîteyan dema mirovên wan dişandin odeyên gazê jiyaneke 24 saetan dikirî, lê di esasê xwe de dibûn nûnerên hundirîn ên jenosîdê. Bi gotina “Em we dibin serşokê” gelê xwe dixapand û rasterast bûbûn birêvebirên yekser ên sîstema îmhakirinê ya ji aliyê rejîma faşîst ve hatinû avakirin.

Ev mînaka dîrokî ji bo ravekirina cewhera rizîn-jinavçûna tê serê gelê Kurd, tê bikaranîn. Rêbertî dibêje “Rastiya ku ez jê re dibêjim wêdetirî mêtingeriyê, ev e.”

Ji ber ku parçebûna gelê Kurd ne tenê bi zexta ji derve ye, di heman demê de bi bisazîbûyîna zîhniyeta bipirsgirêk a li hundir pêkan dibe.  Lewma mêtingerî têrê nake ku vê rewşê rave bike. Ji ber ku mêtingerî serdestiyeke ji derve ye. Lê judenratbûn, jinavçûneke civakî ya navxweyî ye. Ji bo vê jî tepisandina herî mezin ne ji derve, ji hundir ve tê. Her kesê ku li ser navê xwe diaxive, lê dijminatiyê li azadiya te dike, judenrateke îdeolojîk e.

Li Kurdistanê gelek malbatên adetî hene, tiştekî ku mirov ji mezinên wan ên pêşîn re bibêje nîn e, lê tê zanîn ka endamên malbata xwe yên  şopdarên wan, bi navê 'temsîlkirinê' ji bo berjewendiyên xwe yên rojane wê damarê çi lê dikin. Yek jî, hin judenrat hene ku di dema têkoşînê de derketine û her roj li ser ekranên televîzyonên piştre peydabûyî ne û ji bo ku xwe nêzî Kurdan nîşan bidin li ser medyaya dîjîtal xwe dipirpitînin, wekî ku mafên Kurdan dixwazin. Ji bo ku ev dîmen temam bibe em bibêjin; îro hin aliyên elît ên bi navê Kurdan tev digerin, di pozîsyona Judenratên modern de ne. Berjewendiyên aborî, siyasî û çandî yên dewletê, sîstemê û modernîteya kapîtalîst hildigirin. Li ser navê Kurdan diaxivin, lê dijminatiyê li daxwaza azadiyê dikin. Xema wan ne birêvebirin, lê beralîkirina gel e. Li ber xeta azadiyê radibin, ji ber ku hebûna wan girêdayî berdewamkirina pergala mêtinger e.

Me baş dizanî ku têgiha mêtingeriyê têrê nake û ji bo derbaskirina vê rewşê, zîhniyetên kontrgerîla yên tev li rêxistinên şoreşger ên Latîn Amerîkayê bûne, me ji wan re digot 'unîtagerî'. Di nava refên têkoşînê de, li qadên têkoşînê wek unîtagerî anku bi şêweyê tesfiyekirina ji hundir ve, me didît.

Rêbertî têgiha Judenrat tenê ji bo aliyên noker bi kar nayne. Wek zîhniyet û rêbazeke jiyanê dinirxîne. Her kesê ku weke azadîxwaz xuya dike lê ji hundir ve têkoşînê ji nav dibe, dikeve ber vê pênaseyê. Kî be ne girîng e, ya girîng ev e ka bi çi rolê radibe. Divê bê diyarkirin ku têkoşîna azadiyê ji niha û pê ve ne tenê bi dijminê derve re, bi pêvajoya rûbirûbûna hilweşîna navxweyî re ketiye qonaxa herî kûr a feraseta têkoşînê. Ji ber vê yekê, ev têgîn ne ji bo navlêkirinekê, ji bo banga paqijiya îdeolojîk tê bikaranîn. Ev têgih ne ji bo darizandina takekesan e, berevajî vê yekê bi gotina 'dijminê herî xeternak di nava me de ye' ji bo xwerexnekirin, zelaliya îdeolojîk û ji nû ve diyarkirina aliyan hatiye bikaranîn. Ji ber vê yekê, judenrat ji bo darizandina kesên li derve nîn e, ji bo vê ye ku ‘te nîşanî te bide’. Ne bes e ku mirov bibêje ez Kurd im, demokrat im an jî azadîxwaz im, dê lê binêrin bê ka xizmetê ji xeta azadiyê ya gelê Kurd re dike yan na. Ji ber vê yekê, judenratbûn ne tenê nasnameyek e, fonksiyonek û şêweyeke zîhniyetê ye. Ji ber ku têgiha mêtingeriyê têrê nekir, têgiha Judenrat çêbû; divê mirov rastiya vê têgihê bibîne ku rejîmeke zîhniyetê ye û şêweyeke fonksiyonê ye.

Formên vê hilweşînê cuda ne. Carinan wek rûspî xuya dikin, carinan wek parlameter, carinan di logoya komeleyekê de, carinan jî wek 'rewşenbîr', carinan wek şoreşger, carinan jî wek azadîxwaz û têkoşer xuya dikin. Kesek dikare bibêje 'ez welatparêz im', lê heke enerjiya gel dikişîne nava sîstemê, heke li pey meqaman dikeve, heke ji bo kariyera takekesî têkoşîna birêxistinbûyî feda dike, heke fonksiyona xwe qelskirina têkoşînê ya ji hundir ve be, hingî ew Judenratên îdeolojîk in.

Lewma jî Judenratî rejîmeke zîhniyetê ye. Ev serdemek e ku kesayeta Kurd dê di asta vê rastiyê de derbasî pêvajoya ji nû ve analîzkirinê bibe. Girîng e, lê divê di ser duristî-fikra xirab re lê neyê nihêrîn. Ev helwestek e ku eynî mîna Judenratan li kêleka gel xuya dikin, lê fonksiyona xwe ya bingehîn rewakirin û hêsankirina xebitandina sîstema îmhakirinê ye. Dema ku dewlet rasterast înkar bike, dibe ku berxwedan çêbe. Lê dema dewlet te, bi navê te biçewisîne, ev yek ji aliyê ruhî, zîhnî û dîrokî ve hilweşîneke kûrtir bi xwe re tîne. Ji ber vê yekê Rêber Apo ev çavdêrî ne tenê wek metaforekê, wek teşhîs, hişyarî û banga hesabpirsînê kir.

Judenratbûyîn ne şêweyeke birêxistinbûnê ye, şêweyeke zîhnî û ruhî ye. Formek e ku plana serweran bi cih tîne lê ji nava gel tê, nasnameyê nas dike lê nasnameyê berevajî dike, wekî ku li ber xwe dide xuya dike lê hemû damarên azadiyê dibire.

Ev yek di nava gelê Kurd de bi çar şêweyan tê dîtin:

1. Xizmtiya malbatî: Xwe ji gel nabîne, lê xwe ji sulaleya xwe yan ji eşîra xwe dibîne.

2. Veguhastina çandê: Têgihên îdeolojiya fermî werdigrîne kurdî û pêşkêş dike.

3. Fonksiyona siyasî: Fonksiyona civakî ya ku dewlet nikare bi cih bîne, li ser navê gel digire ser milê xwe.

4. Tevliheviya zîhnî: Bi navê azadiyê hemû têgihên netewedewletperest, kapîtalîst û modernîst ji nû ve dixe rojevê.

Ev hemû şêwe, di pêvajoya azadbûna gel de astengiyên herî mezin in. Ji ber ku zordarî ne ji derve, lê bi rêya îtaeta navxweyî dewam dike. Ji ber vê yekê Rêbertî kêmmayîna têgiha mêtingeriyê vediguherîne rexneyeke gelekî zelal.

Mêtingerî bi tenê tepeser dike. Lê beşên gel ên judenratbûyî ji bo tepeserkirinê dibin alîkar.

Bêyî vê teşhîsê gelê Kurd nikare azad bibe. Ji ber ku li dijî mêtingeriyê têkoşîn tê kirin, lê heta ku Judenratî neyê naskirin, dê xwe biparêze. Hesabpirsîna herî mezin divê ne bi derve re, lê bi hundir re be. Nexwe dê bi nûnerên sexte azadî ji destê gel bê girtin.

Rêya derketina ji vê rewşê, parastin û zelalkirina xeta azadîparêz û destpêkirina berxwedaneke exlaqî-polîtîk a li dijî jinavçûnê navxweyî ye. Berxwedan êdî ne tenê li dijî dijminê li ber çavan, tankan, zindanan, dagirkeriyê ye; divê li dijî nûnertiya sexte, radestbûna navxweyî, qirêjiya îdeolojîk, haletên ruhî yên dixuşûş be. Heta ku bi judenratbûnê re rûbirûbûn çênebe, azadî nayê avakirin. Naskirina dijminê derve hêsan e, lê dîtina dijminê hundirîn wêrekiyê dixwaze.

Ev têgih, xala despêkê ya serdemeke nû ye. Êdî ji bo gelê Kurd azadî ne tenê zelalbûna qada siyasî, di heman demê de di qada exlaqî, çandî û rêxistinî de jî zelalbûnek pêwîst e. Divê her gotin, her sazî, her têkilî were lêpirsînkirin. Li ser navê kê diaxivî na, divê ya diyarker ev be bê ka tu bi kîjan rolê radibî.

Ji ber ku azadî bi hesabjihevpirsînê dest pê dike...