Keştiyeke Hûsiyan hate hedefgirtin

CENTCOM`ê ragihand ku keştiyeke Hûsiyan li peravên Yemenê hedef girtiye.

Keştiyeke Hûsiyan hate hedefgirtin
2 nîsan 2024   11:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) li ser hesabê xwe yê X’yê daxuyaniyek weşand û ragihand ku keştiyeke Hûsiyan li Yemenê rûxandiye. 

Fermandariyê diyar kir ku duh piştî ku hatiye piştrastkirin “keştî li ser hêzên DYA û hevalbendan û keştiyên bazirganiyê yên li herêmê xetere ye”, hatiye tunekirin.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Brîtanya hewl didin şiyanên koma Hûsiyan û êrişên wan kêm bikin, ji ber ku êrişî tevgera navîgasyonê û keştiyên bazirganiyê yên navneteweyî li Deryaya Sor û Kendava Edenê dikin.

Hûsî jî dibêjin ji bo piştgiriya Xezayê, ew keştiyên Îsraîlê yan jî şîrketên Îsraîlê yan jî keştiyên kel û pelan dibin Îsraîlê, dikin hedef.

(şx)