Rojnameyên erebî: Di şerê Îsraîl û Îranê de xetên sor nîn in

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên îro de cih da êrişa Îsraîlê ya li dijî konsolxaneya Îranê ya li Şamê û dan û standinên agirbestê yên di navbera Hemas û Îsraîlê de.

Rojnameyên erebî: Di şerê Îsraîl û Îranê de xetên sor nîn in
2 nîsan 2024   10:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb der barê êrişa Îsraîlê ya li ser konsolxaneya Îranê ya li Şamê de nûçeyek bi sernavê "Xetên sor li pêşiya êrişên Îsraîlê yên li ser fermandarên Pasdarên Îranê yên li Sûriyeyê tune ne" weşand.

Di nûçeyê de hate diyarkirin ku hedefkirina fermandarekî Pasdarên Îranê li konsolxaneya Îranê ya li Şamê, aşkera dike ku Îsraîlê ji bo tesfiyekirina fermandarên Pasdarên Îranê yên li baregehên veşartî tan di hundirê navendên dîplomasiyê de, dixebite.

Di dewama nûçeyê de hate gotin: “Li gorî çavdêran, Îsraîl guh nade xetên sînor, di êrişên xwe yên li ser çalakiyên Pasdarên Îranê û Hizbullahê yên li Sûriyeyê de, baregehên dîplomatîk jî dike armanc. Ev tevger dihêle ku Îsraîl Îranê bixe rewşeke tevlihev ku nekare ne bersivê bide û ne jî dixwaze dest ji destkeftiyên mezin ên ku bi navê piştevaniya serok Beşar Esed bi dest xistine, berde.”

‘AGIRBESTA XEZAYÊ: BEŞDARNEBÛNA HEMASÊ DIYALOGAN ASTENG NAKE’

Rojnameya Şerq El Ewsat bal kişand ser hewldanên pêkanîna agirbesta li Xezayê. Li gorî rojnameyê ku agahiyên xwe spartine çavkaniyên şopdarên diyalogan; dibe ku di rojên pêş de şandeya tevgera Hemasê bigihêje Qahîreyê. Hate diyarkirin ku ji bo dan û standinan dem nehatiye diyarkirin.

Rojnameyê ku cih da nirxandinên çavêdaran jî û hate gotin beşdarnebûna heta niha ya Hemasê di dan û standinên li Qahîreyê de dê li pêşiya pêşketina diyalogan nebe asteng. Hate destnîşankirin ku "peywendiyên vekirî" yên Misir û Qeterê bi rayedarên Hemasê re hene.

(bb)