Keşeyê Dêra Katolîk a Helebê îdiayên çeteyên hikumeta demkî derewandin

Wêneya avahiya Weqfa Dêra Katolîk a Xiristiyan a bajarê Helebê îdiayên komên çete yên hikumeta demkî ya Sûriyeyê ku "avahiyên leşkerî" li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hene, derewandin.

Keşeyê Dêra Katolîk a Helebê îdiayên çeteyên hikumeta demkî derewandin
8 ÇILE, 2026   19:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya hikumeta demkî ya Sûriyeyê wêneyên kordînatên hejmarek avahiyên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê parve kirine û bi rengê sor destnîşan kirine. Wezaret bang li şêniyan kir ku ew cihên leşkerî ne ji wan herêman bi dûr bikevin.

Ji nav wan avahiyên bi rengê sor hatiye destnîşankirin, avahiya Weqfa Xiristiyan a Katolîk e. Ev yek jî dijberî gotina ku êrişkar propagandaya wê dikin, e.

Girêdayî mijarê, cîgirê Keşeyê Dêr Katolîk a Yewnanî ya Melkît a Helebê Tony Mkhallili li ser rûpela xwe ya fermî wêneya cihê destnîşankirî parve kir û got: "Ev avahî ya dêra Katolîk a Yewnanî û Xiristiyan e."

Daxuyaniya Tony îdiayên wan derew dixin.

(fr)