Kesên nenas êrişî Malbenda YNK’ê ya Dihokê kir

Berpirsê Malbenda YNK’ê ya Dihokê Cemal Yusuf ragihand ku vê sibehê çend kesek li nava wesayîtekê de gule li avahiya wan barandine.

Kesên nenas êrişî Malbenda YNK’ê ya Dihokê kir
28 îlon, 2024   16:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Berpirsê Malbenda YNK’ê ya Dihokê Cemal Yusuf têkildarî êrişek çekdarî ya li ser malbenda wan a Dihokê agahî dan medyaya YNK’ê.

Cemal Yusuf diyarkir ku vê sibehê çend kesek nenas di nava wesayîtekê de gule li avahiya wan a partiyê barandine.

Di dewamê de Cemal Yusuf diyar kir ku ti ziyanên canî çênebûne. Her wiha got ku dîmenên êrişkaran di kamerayên çavdêriyê de hene û wan dest bi lêkolînê kirine.

Her wiha berpirsê YNK’ê Cemal Yusuf eşkere kir ku wan ji liqa PDK’ê ya Dihokê daxwaz kirine ku têkildarî êrişê agahiyên li ber destê wan hene bidin.

Cemal Yusuf diyar kir ku duh jî li Dihokê alîgirên PDK’ê posterên namzetên YNK’ê dirandine û li nava bazar û cihên giştî de bi demançeyê gule berdane hewayê.