Geşedanên dawîn ên li Lubnanê

Îsraîlê operasyonên xwe yên li dijî Hizbullahê zêdetir kirine. Yek ji encamên operasyonê kuştina lîderê Hizbullahê Hesen Nesrallah bû. Tevgerên navneteweyî û herêmî yên ji bo agirbestê xitimîne.

Geşedanên dawîn ên li Lubnanê
28 îlon, 2024   16:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê ku êrişên xwe yên leşkerî yên li ser Hizbullahê didomîne, ragihand ku bi kuştina lîderê Hizbullahê Hesen Nesrallah şerê wê yê li dijî Hizbullahê bi dawî nebûye.

KUŞTINA NESRALLAH Û FERMANDARÊN SEREKE

Berdevkê artêşa Îsraîlê Nadav Şoshanî got: "Rê hîna dûdirêj e. Hîna li cem Hizbullahê moşek û top hene ku dikare di yek demê de gelek biavêje. Li cem Hizbullahê ku destekê ji Îranê bi dehan moşek hene.”

Nadav Şoshanî ragihand ku piraniya fermandarên mezin ên Hizbullahê hatin tesfiyekirin û got, Îsraîlê ji bo şerekî berfireh di amadebaşiyê de ye.

Beriya vê yekê artêşa Îsraîlê gotibû Hesen Nesrallah û hejmareke fermandarên din duh (Înê) di êrişa li başûrê Beyrûtê de hatin kuştin. Hizbullahê îro bi daxuyaniyekê kuştina Nesrallah piştrast kir.

Hate zanîn ku Hizbullah îro piştî nîvro moşek ber bi bakurê Îsraîlê ve avêtin. Li beramberî wê artêşa Îsraîlê ji bo operasyoneke bejahî ya muhtemel bicihkirina hêzeke mezin a li ser sînorê Lubnanê didomîne. Di heman demê de ji bo li hemberî her bersiveke muhtemel ji aliyê Hizbullah ve amadekariyan dike, nemaze piştî ku balafirên artêşa Îsraîlê duh taxên başûrê Beyrûtê bombebaran kirin.

ALOZIYA TENDURISTÎ Û MIROVÎ

Di encama êrişên dijwar ên duh bi şev ên li ser taxên başûrê Lubnanê de bi sedan malbat ji cih û warê xwe bûn. Êrişa wekî ya herî dijwar ji 20 salan û vir ve hat ragihandin.

Li gorî CNN’ê ku tevgera koçberiya ya li Lubnanê şopandiye, piraniya koçberan li dirêjiya xeta kornîş a deryayî anku ji peravên beşên rojavayê Beyrûtê bi cih bûne ku wekî herêma dûr êrişan û ewle hatiye dîtin.

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê di daxuyaniya xwe ya îro de ragihand ku nexweşên li nexweşxaneyên li taxa başûr a Beyrûtê dê werin derxistin. Wezaretê ji nexweşxaneyên din xwest ku heya dawiya hefteya bê rewşên neawarte pêşwazî nekin.

SEFERBERIYA ÎRANÊ

 Têkildarî helwesta Îranê ya li hemberî rûdanên li Lubnanê, 2 rayedaran ji Reutersê re ragihand ku lîderê alî yê Îranê Elî Xamineyî ji bo cihekî ewle li welat hatiye veguhastin û tedbîrên ewlehiyê zêde kirine.

Rayedarekî îranî got piştî kuştina Nesrallah, dê di rojên pêş de qeyda şandina hêzan bo Lubnanê were vekirin.

Elî Xamineyî di daxuyaniya xwe ya yekemîn a têkildarî Lubnanê de êrişên li dijî sivîlên li Lubnanê şemezar kirin û piştgiriya Îranê ya ji bo Hizbullahê destnîşan kir û wiha got: “Qedera vê herêmê dê ji aliyê hêzên berxwedêr ên bi pêşengiya Hizbullahê ve diyar bibe."

BANGA WASHINGTONÊ

Wezîrê karên derve yê DYA’yê Antonio Blînkin banga agirbestê li Îsraîl û Hizbullahê kir.

Şêwirmendê lîderê olî yê Îranê Elî Larîcanî jî daxuyand ku Îsraîl xetên sor ên Tehranê derbas dike û got: "Rewş xetere bûye."

(bb)