MSD’ê li dijî êrişan banga helwesteke yekbûyî kir

MSD`ê diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker sûcên şer û sûcên dermirovî ne û bang li hêzên sûriyeyî kir ku li hember êrişan helwesteke yekbûyî bidin.

MSD’ê li dijî êrişan banga helwesteke yekbûyî kir
26 kanûn, 2023   12:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek nivîskî weşand.

MSD`ê bi bîr xist ku ev 3 roj e dewleta Tirk a dagirker binesaziya herêmê, stasyonên kehrebeyê, zeviyên petrolê, nexweşxane, şîrketên pêşxistina çandiniyê û heta çapxane jî, bombebaran dike û di encamê de welatiyên di wan saziyan de kar dikin, şehîd bûn.

MSD`ê êriş û bombebarana dewleta Tirk a dagirker li dijî ewlehiya herêmê û tirsandina welatiyan û domandina siyasetên koçberkirinê û guhertina demografiyê şermezar kirin, bang li civata navneteweyî, NY û desteyên wê kir ku "êrişê şermezar bikin û hesabê ji Tirkiyeyê bipirsin. Rê li pêşiya destwerdana wê ya li dijî qanûnên navneteweyî bigirin.”

MSD`ê di dewama daxuyaniyê de got: "Divê fişarê lê bikin, ji bo ku rêzê ji serdestiya Sûriyeyê û cîrantiyê re bigire. Em bang li DYA û Rûsyayê dikin ku di parastin û pêkanîna qanûnên navneteweyî û mirovî de rola xwe bilîzin. Divê di vê pêvajoya hesas de, li hember tima û provokasyonên Tirkiyeyê, bi awayekî cidî tev bigerin."

MSD`ê destnîşan kir ku li hember van êrişan, yekitî pêwîst e û ew rêya yekane ya çareserkirina aloziya Sûriyeyê û pêkanîna çareseriya demokratîk ber bi avakirina Sûriyeya nenavendî ya pirreng ve ye. MSD`ê di heman demê hişyarî da ku parçebûn sedema sereke ya berdewamkirina destwerdanên herêmî ye ku bi awayekî neyînî bandorê li gelê Sûriyeyê û pêşeroja wî dike.

MSD`ê got, êriş sûcen şer û sûcên dermirovî ne û bang li hêzên sûriyeyî kir ku li hember êrişan helwesteke yekbûyî bidin.

(şx)

ANHA