Di xwepêşandanên li Meksîkayê de 120 kes birîndar bûn

Li Meksîkayê di xwepêşandanên li dijî siyasetên hikumetê de 100 jê polîs, 120 kes birîndar bûn.

Di xwepêşandanên li Meksîkayê de 120 kes birîndar bûn
16 mijdar, 2025   11:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh (15 Mijdarê) li Meksîkoyê li dijî polîtîkayên hikûmeta Claudia Sheinbaum xwepêşandanên tund hatin lidarxistin.

Nûnerên ’’Gen Z’’ bi rêya medyaya dijîtal banga xwepêşandanên tund li dijî narkotîkê û siyasetên ewlehiyê yên hikumeta Sheinbaum kirin.

Serokê Beşa Ewlehiyê ya Meksîkoyê Pablo Vasquez got: ’’Xwepêşandan bi aştiyane dest pê kirin, paşê kesên rûgirtî kiryarên tundiyê pêk anîn, di encamê de 100 polîs birîndar bûn, 40 ji wan rakirin nexweşxaneyê. Her wiha 20 xwepêşander jî birîndar bûn.’’

Li gorî Vasquez, 20 kes bi sûcên dizî û êrişê di nav de êrişeke gumanbar a li ser rojnamevanekî, hatin girtin.

Xwepêşanderan sembolên ji rêzefîlma manga ya Japonî "One Piece" û pankartên piştgiriya şaredarê Uruapan, Carlos Manzo yê 1’ê Mijdarê ji ber pêngavên li dijî narkotîkê hate kuştin, vekirin.

Hate zanîn ku xwepêşander li ber Qesra Neteweyî kom bûn û beşek ji sûrên wê hilweşandin, ji ber vê yekê polîs gaza îsotê bi kar anîn.

Sheinbaum di civîneke çapemeniyê ya berê de got, ’’xwepêşandan ne rêxistinkirî ye, bi pere û ji aliyê derve ve li dijî hikumetê hatiye piştgirîkirin.’’

(bb)