Îranê gelek hêzên leşkerî sewqî Merîwanê kir

Muhafizên Şoreşê yên Artêşa Îranê gelek hêzên leşkerî sewqî bajarê Merîwanê kir.

Îranê gelek hêzên leşkerî sewqî Merîwanê kir
18 cotmeh, 2026   15:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor nûçeya Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê (KHRN) îro danê sibê gelek hêzên Muhafizên Şoreşê sewqî gundê Goyleh ê bajarê Merîwan ê rojhilatê Kurdistanê hatine kirin. Li gor agahiyên şêniyên herêmê dane li gel hêzên leşkerî gelek balafirên bêmirov û bataryayên topan jî sewqî herêmê hatine kirin.

Di demên dawî de Artêşa Îranê li ser herêmên girêdayî bajarên Merîwan, Kirmanşah û Sineyê operasyonên balafirên bêmirov pêk tîne.