Bi sedan kesî serdana şîna şehîd Şiyar kir

Bi sedan kesî sersaxî da malbata şehîd Şiyar Dirbêsiyê (Newres Selman).

15 kanûn, 2025   14:50
HESEKÊ

Ji bo şervanê QSD’ê Şiyar Dirbêsiyê (Newres Selman) ku 10’ê Kanûnê di bersivdayîna êrişa şaneyên çeteyên DAIŞ’ê de li kantona Dêrazorê şehîd bûbû, sersaxî hat xwestin.

Konê sersaxiyê li pêşiya mala şehîd Şiyar a li gundê Til Tişrîn ê Dirbêsiyê hate vedan. Bi sedan şêniyan û endamên saziyên sivîl û meclisan herikîn bin kon û sersaxî da malbatê.

Di bin konê sersaxiyê de merasîmek pêk hat. Piştî rêzgirtinê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê Îsam Hisên axivî û diyar kir ku ew şehîdan ji bîr nakin û dê pêşengên wan ên manewî bin. Hisên got: "Bi saya keda şehîdan em bi aramî, azadî û rûmet dijîn."

Endamê Meclisa Leşkerî ya Amûdê Rohat Sîno jî anî ziman ku şehîd bingeha rûmet û azadiyê ne û dê gel meşa wan temam bike.

Di dewama merasîmê de bi navê malbata şehîd, pismamê wî Mihemed Ednan jî bal kişand ser nirxê şehîdan li cem gelan û got: "Şehîd ji bo civakê xwe feda kirin. Bîranînên wan dê di dîroka gelan de zindî bimînin.”

Merasîm bi berzkirina dirûşmên şopandina rêya şehîdan bi dawî bû.

(b)

ANHA