Karmendê li baxçeyên Til Birakê bedewiyê diçîne: Hec Cuma

Di nav darên baxçeyan de Hec Cuma Diyab dest bi karê xwe yê rojane li Şaredariya Gel a bajarê Til Birakê dike. Bi amûr û dengê xwe yê zîz hewl dide rûyê bajarê xwe bi keskahiyê ku hêvî dikir, xêz bike.

Karmendê li baxçeyên Til Birakê bedewiyê diçîne: Hec Cuma
Karmendê li baxçeyên Til Birakê bedewiyê diçîne: Hec Cuma
Karmendê li baxçeyên Til Birakê bedewiyê diçîne: Hec Cuma
Karmendê li baxçeyên Til Birakê bedewiyê diçîne: Hec Cuma
6 gulan, 2025   06:15
HESEKÊ
AMIR EL EZAWÎ

Xelkê Til Birakê wî bi cil û bergên wî, bêra ku tim di destê wî de û dengê wî nas dikin. Hec Cuma Diyab, 48 salî ye, karmendê beşê jîngehê ya Şaredariya Til Birakê ya kantona Cizîrê ye. Ew karê xwe wek karmendiyekê tenê nabîne, lê belê wek erkekî rojane yê xizmeta xweza û mirovan dibîne.

Hec Cûma ji ajansa me re wiha got: "Ez dixwazim bajarê xwe bi şînkayî bibînim, her dareke li bajêr şaristaniya me nîşan dide û ev berpirsyariya me hemûyan e, ne tenê erka hin kesan e. "

Ji saetên serê sibê ve, berî destpêkirina roja fermî ya xebatê, Hec Cuma bê westan, ber bi Parka 4’ê Nîsanê ve diçe, ku yek ji cihên herî diyar ên bajêr e; daran av dide, çiqilên daran ên zêde radike û qadên parkê paqij dike.

Rola Hec Cuma ne tenê keda destan e, ew bi rêkûpêk şêniyên bajar û xwendekarên dibistanan vedixwîne ku tevlî parastina paqijiya parkan û parastina jîngehê bibin, û hewl dide ku çanda parastina jîngehê geş bike û berpirsiyariya hevbeş bi pêş ve bibe.

Hec Cuma peyamek ji xelkê bajarê xwe re şand û got: "Bajarekî kesk ne ku xewneke ne pêkan e, lê belê ew berhemê hezkirin û xebata hevpar e. Darekê biçînin, bexçeyekê paqij bikin û bi xwezayê re bikenin. Ji ber ku ew neynika şaristaniya me ye."

(k)

ANHA