Hefteya Wêjeyî: Banga diyaloga çandê di navbera pêkhateyan de

Endamê Komîteya Amadekar a Hefteya Wêjeyî Kemal Necim bal kişand ser kêşeyên li pêşiya wêjeyê bi taybet wêjeya Kurdî di serdema desthilatdariya rejîma berê de û destnîşan kir ku ew bi Hefteya Wêjeyî ya îsal hewl didin ku ziyanên di qada çandî de bûne rast bikin û li şûna dûrxistina diyalog, hevdûpejirandinê bi pêş bixin.

Hefteya Wêjeyî: Banga diyaloga çandê di navbera pêkhateyan de
6 gulan, 2025   07:05
HESEKÊ
BILIND HECÎ

Hefteya Wêjeyî ya sala 2025’an li bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê bi beşdariya komeke hilbijartî ya nivîskar, rewşenbîr, helbestvan û çîroknûsan ji herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 3’ê Gulanê de dest pê kir. Çalakî ji aliyê Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve tê birêxistinkirin.

Hefteya Wêjeyî ku di sala xwe ya çaran de ye, yek ji çalakiyên çandî yên herî girîng e ku her sal li yek ji bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê lidarxistin. Ev çalakî ji bo rewşenbîr û wêjevanên herêmê dibe qada derbirîn, gotûbêj û diyalogê ya der barê rewş û kêşeyên qada wêjeyî û awayên pêşxistin û çareserkirina van kêşeyan.

‛HER SALÊ MIJARÊN CUDA TÊNE GOTÛBÊJKIRIN’

Endamê Komîteya Amadekar a Hefteya Wêjeyî Kemal Necim ji ajansa me re diyar kir ku amadekariyên çalakiyê di destpêka her salekê de dest pê dikin û got: " Rêvebiriya Dîwana Wêjeyê mijarên girîng ên qada wêjeyê, li gorî geşedanên siyasî û civakî hildibijêre û ji bo nirxandina van mijaran di nava 6 rojan de semîner û planan li dar dixe. Piştî amadekariyên bernameya çalakiyan nivîskar û rewşenbîrên pispor ji bo bibin mêvanên van panel û semîneran têne vexwendin. Her wiha helbestvan û nivîskarên ji herêmên curbicur hatine vexwendin ku beşdarî xwendina helbest û çîrokan bibin".

Necim anî ziman ku ew hewl didin bi Hefteya Wêjeyî xem û daxwazên herêmê nîşan bidin û ev li gotinên xwe zêde kir: "Ji ber vê yekê em mijarên girêdayî veguherînên civakî û siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diqewimin hildibijêrin. Bi vê çalakiya çandî em hewl didin ku hawîrdoreke vekirî ya wêjeyî û diyaloga avaker ava bikin. "

’WÊJE NAVGÎNA BERXWEDAN Û AVAKIRINÊ YE’

Necim diyar kir ku armanca sereke ya lidarxistina Hefteya Wêjeyî, pêşxistina qada çand û wêjeyê li herêmê ye, bi taybet piştî bi dehan salên tepeserkirin û çewisandina sîstematîk a wêjeya Kurdî û wêjeya pêkhateyên din ên çandî.

Kemal Necim bi bîr xist ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybetî di warê zimanê kurdî û berhemên afirîneriyê yên girêdayî wî zimanî de wêje rastî dûrxistin û qedexekirinê hatiye û got: "Ji destpêka şoreşê ve, em hewl didin bi rêya Dîwana Wêjeyê, cih û hawîrdoreke derbirîna azad re ava bikin û derfetekê ji nivîskaran re peyda bikin ku serpêhatiyên xwe û kêşeyên ku pê re rû bi rû dimînin biaxivin. "

Necim her wiha got: "Derfeteke rasteqîn heye ji bo jinûve avakirina qada wêjeyî, dûrî çarçoveyên kevneşopî yên ku ji aliyê rejîma berê ve hatine ferzkirin. Armanca me ew e ku em bandorên zordariya kevn bi rêya hevdûpejirandin, diyalog û rexneyên çêker derbas bikin."

‛DIYLOGA ÇANDÎ’

Der barê mijarên îsal de, Necim diyar kir ku ji mijarên herî girîng ên ku di rûniştinan de têne gotûbêjkirin, mijar girîngiya diyaloga di navbera çand û wêjeyê cuda yên herêmê de ye û ev li gotinên xwe zêde kirin: "Ji ber rejîma berê cudayeke mezin xistiye navbera çandên cihêreng ên herêmê de, loma wêje dikare bibe navgîneke hevdûnaskirin û pejirandin, da ku em karibin nimûneya wêjeyî ya hevdem û nûjen biafirînin ku li gorî hêviyên nifşên nû be."

Kemal Necim di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Em bi vê çalakiyê banga diyalogeke çandî ya berfireh dikin ku karibin wêjeyê ji qeyd û bendên wê yên kevin rizgar bikin û rola wêjeyê di avakirina hişmendiya civakî de bi pêş bixin, da ku bibe amûreke bibandor ji bo guhertinê û pêkanîna lihevhatina çandî û civakî di siberoja Sûriyeyê de. "

Biryar e Hefteya Wêjeyî heta 8’ê Gulanê berdewam bike. Di bernmeya hefetyê de 3 semîner û 3 panel hene, helbest û çîrokan bi zimanên Kurdî û Erebî jî tên xwendin.

Amadekarên çalakiyê hêvîdar in ku ev xebata salane bibe alîkar ku wêjeyê bike pirek di navbera pêkhateyên civakê de û rola rewşenbîran geş bike, ji bo avakirina siberojeke geştir û azad.

(k)

ANHA