Cewad El Beydanî: Divê Tirkiye bersivê bide banga aştiyê

Dr. Iraqî Cewad El Beydanî tekez kir, ku doza Kurd dozeke dîrokî ye û divê Tirkiye bizane ku çareseriya vê pirsgirêkê mifteya çareseriya pirsgirêk û krîzên li herêmê ye, her wiha anî ziman ku divê Tirkiye bersivê bide banga aştiyê û dev ji bijardeya leşkerî berde.

Cewad El Beydanî: Divê Tirkiye bersivê bide banga aştiyê
6 gulan, 2025   02:35
QAMIŞLO
RÊNAS REMO

Banga "Aştî û Civaka Demokratîk" ya Rêber Abdullah Ocalan, ji bo pêkanîna demokrasiyê û çareseriya krîzên li Rojhilata Navîn, pêngaveke bingehîn e. Ev bang li herêmê û li qada navnetewî bi girseyî hat pêşwazîkirin, bi taybetî ku Rêber Abdullah Ocalan amadehiya xwe ya  ji bo misogerkirina serketina wê nîşan da.

Lê belê hikûmeta Tirkiyeyê pêkanîna xalên vê bangê dereng dixe û gavên berbiçav navêje, ku ev jî dibe metirsî li ser proseya demokrasiyê, bi taybetî ji ber guhertinên dawî yên siyasî û leşkerî li herêmê.

Lêkolîner û dîroknas Dr. Cewad El Beydanî ji ajansa me re piştrast kir ku ev bang ji aliyê hikumeta Tirk ve bi kêfxweşî hate pêşwazîkirin, ligel piştgiriya navneteweyî ya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê û destnîşan kir ku helwesta Rêber Abdullah Ocalan cesareta rêberên rasteqîn nîşan dide.

El Beydanî bal kişande ser wê yekê ku Rêber Abdullah Ocalan beriya çareseriya pirsgirêka Kurd daxwaza bêçekbûnê nekiriye, weke ku dewleta Tirk îdia dike. Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) xwediyê hêza siyasî û leşkerî ye ku hevsengiya hêzan biguherîne. Tişta ku Rêber Abdullah Ocalan pêşniyar kiriye, ji çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û misogerkirina mafên wan e.

Dr. Iraqî Cewad El Beydanî diyar kir ku helwesta Tirkiyeyê ya paşxistina pêkanîna banga "Aştî û Civak Demokratîk", pirsan derdixe holê, bi taybetî ku dîroka dirêj a Tirkiyê nîşan daye ku ew xwe dûrî pêngavên aştiyê dike. Her wiha El Beydanî tekez kir hewldanên Tirkiyeyê ji bo dûrketinê, wê vê carê bi xwe re encamên xerab li ser qada siyasî bîne.

El Beydanî destnîşan kir ku dewleta Tirk ji bo destwerdana siyasî û leşkerî li Sûriyeyê doza penaberên Sûriyeyî bi kar anî, li kêlekê jî muxalifên hundirîn girtin û bi rêya wê hewl da desthilata xwe xurt bike. Li di rastiyê de rûbirûyî gelek pirsgirêkên siyasî, aborî û leşkerî ye û hevbendiyên wê yên deryayî

El Beydanî destnîşan kir ku Tirkiyeyê doza penaberên Sûriyeyî bi kar aniye, ku destwerdana siyasî û leşkerî li Sûriyeyê bike, li kêlek wê jî muxalifên navxweyî girtin ku desthilata xwe xurt bikin. Lê ew bi gelek pirsgirêkên siyasî, aborî û leşkerî re rû bi rû ye, her wiha Misir, Yewnanistan û Qubris li hember hevpeymanên wê yên deryayî ne.

PIRSGIRÊKA KURD MIFTEYA DEMOKRASIYA ROJHILATA NAVÎN E

Dr. Cewad El Beydanî tekez kir ku pirsgirêka Kurd di qada siyasî ya herêmê de pirsgirêkeke dîrokî ye, divê Tirkiye bizane ku çareseriya vê pirsgirêkê mifteya çareseriya pirsgirêk û krîzên li herêmê ye. Her wiha diyar kir ku divê Tirkiye bersivê bide banga aştiyê û dev ji bijardeya leşkerî berde.

El Beydanî di dawiyê de got: "Rêber Abdullah Ocalan û Partiya Karkerên Kurdistanê bi hemû şêweyê siyaseta Tirkiyeyê dizanin û ji bo guhertinên siyasî yên niha amade ne. Lewma ji Tirkiyeyê tê xwestin ku bersivê bide banga aştiyê û dev ji bijardeya leşkerî berde."

(k)

ANHA