Karkerên Şaredariya Şedadê dest bi graveke giştî kir

Karkarên Şaredariya Şedadê ji ber ev 6 meh in mûçeyên xwe negirtine, heta demeke nediyar dest bi graveke giştî kirin. Karker daxwaza eşkerekirina çarenûsa xwe ya karmendiyê û dayîna mûçeyên xwe kirin.

Karkerên Şaredariya Şedadê dest bi graveke giştî kir
30 hezîran, 2026   14:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Karkerên Şaredariya Şedadê ya başûrê bajarê Hesekê, ji bo ku çarnûsa xwe ya karmendiyê bizanin, mûçeyên xwe yên ku ev 6 mehin dereg mane bi dest bixin çalakiyeke protestorkirinê li dar xistin.

Çalakvanan diyar kir ku di demekê de ku rewşa debarê zehmet bûye û ew çend meh in bêyî pere xebatê xwe dane meşandin, ew dixwazin mûçeyên xwe bidestbixin, rewşa xwe ya îdarî û darayî nas bikin.

Karkerên Şaredariya Şedadê yên ajaokarê sehrîcan, kedkarên kanalîzasyonê, karkerên paqijiyê, hejmarek ji endezyar û karmendên xizmetguzariyê, ji ber mûçeyên wan derdeng mane û daxwazên wan tên paşguhkirin, ragihand ku ew ê heta demeke ne diyar derbasî graveke giştî bibin.

Ev tevger piştî rêzebang û rêzeçalakiyên protestokirinê yên ku karkeran di demên dawî de pêk anîne, tê. Metirsî hene ku ev grav bandorê li asta xizmetguzarî ya li herêma Şedadê bike.

Girêdayî mijarê li bajarê Şedadê hejmarek ji karmendên zeviyên El Cibisa û gazê ji bo tayînkirinên herî dawî ya makanîzmeya karmandiyê pêk hatî çalakiyê li dar xist.

(sb)

ANHA