‘Rejîma Îranê ceza li nêzî 2 hezar xwepêşanderan biriye’

Navenda Mafên Mirov ya Îranê eşkere kir ku rejîma Îranê ceza ji nêzî 2 hezar xwepêşanderên Hemedanê re derxistiye.

‘Rejîma Îranê ceza li nêzî 2 hezar xwepêşanderan biriye’
30 hezîran, 2026   15:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Mafên Mirov ya Îranê têkildarî gefên rejîma Îranê ya li ser xwepêşanderan li ser hesabê xwe yê X’ê daxuyaniyek parve kir.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku ji aliyê saziya dadweriyê ya Îranê ve ceza ji bo nêzî 2 hezar dozên têkildarî nerazîbûnên dawî yên bajarê Hemedanê derketiye. 

Her wiha hatiye gotin ku deshilata dadweriya Îranê di lêkolîna li dosyaya nerazîbûnan û dayîna cezayan de berdewame. Hatiye diyarkirin ku sîstema dadwerî ti nermbûnek li beramberî xwepêşanderan nîşan nedaye.