Ji bo şûştina gurçikên xwe mehane 150 dolarî didin

Nexweşên gurçikan ên li Efrînê ji bo tedawiyê mehane 150 dolarî didin û bang li rêxistinên mirovî dikin ku alîkariya wan bikin.

Ji bo şûştina gurçikên xwe mehane 150 dolarî didin
Ji bo şûştina gurçikên xwe mehane 150 dolarî didin
Ji bo şûştina gurçikên xwe mehane 150 dolarî didin
Ji bo şûştina gurçikên xwe mehane 150 dolarî didin
30 hezîran, 2026   14:52
EFRÎN

Nexweşên gurçikan ên heya beriya mehekê li Nexweşxaneya Bihar dihatin tedawîkirin, tedewiya wan bê pere bû. Zêdetirî mehekê ye ew nexweş derbasî Nexweşxaneya Şîfa ya Efrînê bûne.

Rêxistina Bihar agahî da wan nexweşan ku her meh ji bo tedawiyê (diyalîz) divê 150 dolarî bidin.

Nexweşên gurçiyan diyar kir ku ew nikarin kar bikin, tenê dikarin miqdara dermanên xwe peyda bikin û bang li rêxistinên mirovî kir ku bi wan re bibin alîkar. Her nexweşek di hefteyekê de 3 caran gurçikên xwe dişo.

Gelek nexweş ji gundan diçin Nexweşxaneya Efrînê, ji ber nebûna servîsan çûn û hatin bi zehmet e û nexweşên gurçikan gelek zehmetiyan dikişînin.

ANHA