Kampanyaya "Jiyan hêjayî jiyînê ye" li Hesekê didome

Nivîsgeha Jinan a Desteya Hundirîn a Kantona Cizîrê kampanyaya "Jiyan hêjayî jiyînê ye" ya bi armanca têkoşîna dijî xwekuştin û hişbirê, bi belavkirina broşoran li ser xekê Hesekê dewam dike.

Kampanyaya "Jiyan hêjayî jiyînê ye" li Hesekê didome
24 tebax, 2025   14:01
HESEKÊ

Di çarçoveya kampanyaya "Jiyan hêjayî jiyînê ye" ku Nivîsgeha Jinan a Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê daye destpêkirinê de, tîma kampanyayê belavokên hişyariyê li ser xelkê bajarê Hesekê parve kirin. Ev yek pişt, kampanya li bajarê Qamişloyê hat destpêkirin, pêk hat. 

Di çalakiyê de tîmê belavok li gelek cihên li hundirê bajêr, weke têketin û derketinên sereke yên bajêr, tax û saziyên sivîl belav kirin. Endamên tîmê xeteriyên der barê xwekuştin û hişbirê şîrove kirin, li kêlek wê jî şîretên xweparastinê pêşkêş kirin.

Kampanya girîngiyê dide hişyariya li ser xeteriyên xwekuştinê û bikaranîna hişbirê, di heman demê de bal dikişîne ser girîngiya tenduristiya derûnî û rêbazên xweparastinê, ligel xurtkirina çandina piştevaniya derûnî û civakî bi taybet di nava ciwan û jinan de.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku kampanyaya "Jiyan hêjayî jiyînê ye" di 10ˊê Tebaxê de hat ragihandin û wê heta mehê li kantona Cizîrê dewam bike.

(fr)

ANHA