Kabîneya Elî Zeydî bi netemamî hate erêkirin

Di saetên êvarî de Parlamentoya Iraqê ji bo erêkirina kabîneya nû ya Elî Zeydî ku wê 19 wezîr hatibû diyarkirin civiya. Di civînê de 14 wezîr hate erêkirin, 5 wezîr jî nehatin erêkirin. Yek ji van jî namzetê PDK’ê bû

Kabîneya Elî Zeydî bi netemamî hate erêkirin
14 gulan, 2026   22:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Di saetên êvarî de Parlamentoya Iraqê bi tevlîbûna 266 parlamenteran ji bo erêkirina kabîneya Elî Zeydî civiya.

Civîn ji rûniştinekê pêk hat û ew jî wê bawerîdayîna kabîneya Zeydî ya hikûmeta nû ya Iraqê ku 19 wezîr hatibûn destnîşankirin bû.

Ji 19 wezîran 5 wezîr nehatin erêkirin. Dîsa Komeleya Yekgirtû, Tevgera Helwêst û Koma Îşraqiye Kanûn tevlî rûniştinê nebûn.

Werîrên Xwendina Bilind, Navxwe, Nîştecihbûn, Avakirin, Pilandanîn û Rewşenbîrî nehatin erêkirin.

Ji derveyî van 5 wezîrên nehatin erêkirin 5 wezîrên din jî mane ku baweriya parlamentoyê re bê derbaskirin.

Di rûniştinê de 14 wezîr hatin erêkirin.