Jiyana 60 nexweşên gurçikan di xetereyê de ye

Rêveberiya Nexweşxaneya Gel a Qamişloyê agahî da ku beşa şûştina gurçikan ji ber dorpêçkirina Rojavayê Kurdistanê dibe ku bisekine û ev yek jiyana bi dehan nexweşan dixe xetereyê.

Jiyana 60 nexweşên gurçikan di xetereyê de ye
Jiyana 60 nexweşên gurçikan di xetereyê de ye
Jiyana 60 nexweşên gurçikan di xetereyê de ye
Jiyana 60 nexweşên gurçikan di xetereyê de ye
Jiyana 60 nexweşên gurçikan di xetereyê de ye
31 ÇILE, 2026   03:35
QAMIŞLO

Li Nexweşxaneya Gel a Qamişloyê 6 amûrên şûştina gurçikan (diyalîz) hene. 60 nexweşên gurçikan bê pere gurçikên wan têne şûştin. Rojane gurçikên 25-30 nexweşan têne şûştin. Di hefteyê de beşa şûştina gurçikan 120 carî gurçikên nexweşan dişo. Li gorî agahiyên Rêveberiya Nexweşxaneya Gel Meysai Meter her nexweşek, hefteyê du caran gurçikên wan têne şûştin.

Meysai Meter anî ziman ku piştî êriş li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir û bi sedan koçberên Efrînê ji Tebqa û Reqayê derbasî bajarê Qamişlo bûne, hejmara nexweşên gurçikan têne nexweşxanê gelekî zêde bûne û niha zexteke mezin li ser beşa şûştina gurçikan heye.

Di berdewamê de Meysaiyê got: “Di rojên pêş de miqdara dermanê gurçikan ê li gel wan heye têrê nake ku pêdiviya hemû nexweşan pêk bîne û eger beşa şûştina gurçikan bisekine dê jiyana hemû nexweşên gurçikan bikeve xetereyê.”

Meysai Meter ji bo madeyên şûştina gurçikan wiha got: “Pêdiviya nexweşxanê bi madeyên weke fîlter, lûle, fistula, asîd, toz û seruma heparînê heye. Ev madeyên ji bo şûştina gurçikan li herêmê nayên peydakirin. Li nexweşxanê jî ev made heyanî 10 rojan têrê dikin. Eger ev made neyên peydakirin wê di laşê nexweşan de jehr kom bibe û ev yek dê bandorê li dil û sinirên wan bike.”

Meysai diyar kir ku berî ev êriş dest pê bike wan ev madeyên ji bo şûştina gurçikan ji Reqayê û Helebê dianîn. Niha ji ber dorpêçê rê qut bûne û ew nikarin van madeyan peyda bikin.”

Meysai Meter di dawiyê de got ew di vê rewşê de bi tenê dikarin bi rêya rêxistinên mafên mirovan van madeyan peyda bikin.

ANHA