Ji Rêveberiya Xweser daxuyaniya têkildarî hedefgirtina Qamişlo

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destnîşan kir ku hedefgirtina navenda bajarê Qamişlo ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve ku di encamê de 4 welatî birîndar bûn, îsrara domandina siyasetên qirkirinê nîşan dide.

Ji Rêveberiya Xweser daxuyaniya têkildarî hedefgirtina Qamişlo
19 tebax 2024   20:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Der barê hedefgirtina derdora Nexweşxaneya Dil û Çavan a bajarê Qamişlo de, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek da. 

Daxuyanî wiha ye:

"Careke din dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên me êriş pêk anî. Ev êriş bi armanca têkbirina aramiya herêmê û tolhildana ji ber têkçûna projeyên wê yên derxistina fîtne û tevliheviyê bi hevkariya rejîma Şamê li Dêrazorê bû . Hemwextî van hewldanan, ev êriş di çarçoveya "reva ber bi pêş ve" hat pêkanîn, nexasim ku Tirkiyeyê nikarî armanca xwe pêk bianiya. Êdî Tirkiyeyê, ji ber destwerdanên wê li kar û barênê di nava tecrîdekirineke herêmî û navneteweyî de ye. Ew jî dihêle hêrsa bi hundirê Sûriyeyê de bi taybet jî li herêmên me birijîne.

Hedefgirtina derdora Nexweşxaneya Dil û Çavan a Qamişlo û birîndarkirina 4 sivîlan, tê wateya ku Tirkiye di siyasetên xwe yên qirkirinê, planên xwe yên têkbirina aramiya herêmê û rêgirtina li ber pêşketina qadên xizmetguzarî û tenduristî de, bi îsrar e.

Em careke din destnîşan dikin ku ev êriş herêmê ber bi 'şerekî vekirî' ve dibin. Em li hember van êrişan bê deng namînin. Em bang li aliyên hiqûqî û mirovî, rêxistinên navneteweyî û hêzên hevkar ên têkoşîna li dijî terorê dikin ku van sûcên ku hemû sînor û pîvanên navneteweyî derbas kirine, bi dawî bikin."

(mh)