Rewşa siyasî ji xelkê Reqayê re hat şîrovekirin

Meclisa Giştî ya Kantona Reqayê ji xelkê Reqayê re ji bo şîrovekirina rewşa siyasî û bûyerên vê dawiyê de civînek li dar xist.

Rewşa siyasî ji xelkê Reqayê re hat şîrovekirin
Rewşa siyasî ji xelkê Reqayê re hat şîrovekirin
Rewşa siyasî ji xelkê Reqayê re hat şîrovekirin
Rewşa siyasî ji xelkê Reqayê re hat şîrovekirin
Rewşa siyasî ji xelkê Reqayê re hat şîrovekirin
Rewşa siyasî ji xelkê Reqayê re hat şîrovekirin
19 tebax, 2024   22:15
REQA

Di civînê de bi dehan xelkê Reqa, endamên saziyên bajêr li Qada Meclisa Şehîd Ehmed El Canim ê Reqayê kom bûn.

Di civînê de hevserokê Meclisa Giştî ya Kantona Reqayê Luey El Îsa bixêrhatina beşdaran kir û got: "Armanc ji vê civînê em rewşa siyasî û êrişên li dijî Rêber Abdullah Ocalan ên ji bo têkbirina projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, şîrove bikin."

Dûre şêwirmendê Meclisa Rêveber a Kantona Reqa Ednan Îbrahîm jî rewşa siyasî nirxand û got: "Em niha di qonaxeke dîrok a êşên gelê Sûriyeyê, şerê dewletan ku dixwazin Sûriyeyê kontrol bikin û pêkanîna pergala nû ya globalî ya bi armanca kontrolkirina cîhanê re derbas dibin. Lê divê ev dewlet destpêkê Rojhilata Navîn kontrol bikin."

Îbrahîm wiha domand: "Komploya Navneteweyî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan beşek ji destwerdana Amerîka yan jî destwerdana Ewropa li Rojhilata Navîn e ku fikra Rêber Abdullah Ocalan têk bibin."

Ednan Îbrahîm wiha dawî li gotina xwe anî: "Vîna gel li hember pergala nû ya globalî sekinî. Serketina li Kobanê pêk hatiye, serketina gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû. Her wiha bi saya berxwedan û fikra Rêbertî em ê ji hovîtiya dagirkerên dixwazin xaka me dagir bikin, rizgar bibin."

(fr)

ANHA