Jîngeh di bin nîrê fînansekirina zêde de ye

Jîngeha cîhanê di bin zextên zêde yên siyasetên fînansekirina sîstematîk ên hin dewletên pîşesaz de, ku armanca wan zêdekirina hilberîn û mezinkirina aboriyê ye, heta li ser hesabê hevsengiya jîngehê be jî êşan dikişîne.

Jîngeh di bin nîrê fînansekirina zêde de ye
5 hezîran, 2025   02:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Neteweyên Yekbûyî (NY) roja 5'ê Hezîranê ji her salê wekî Roja Jîngehê ya Cîhanê pîroz dike. Îsal jî NY'ê bi navê "Têkbirina qirêjiya blastîk a cîhanê", û di bin diruşma îsal a "Zehmetiya hevbeş û xebata komî" de vê rojê pîroz dike. Ev yek ji bo rûbirûbûna xeteriyên jîngehê yên zêde ye.

Qirêjbûna blastîkî yek ji krîzên mezin ên jîngehê ku erd êşa wê dikişîne, ye. Pergala jîngehê, ji ber siyasetên pîşesazî û fînansekirina zêde ya daneyan, rastî zextek mezin tê, bi wê re asta qirêjî zêde dibe û avhewa bi awayekî ne asayî tê guhertin.

PIRSGIRÊKÊN JÎNGEHÊ GEFAN LI ERDÊ DIXWIN

Raporên jîngehê yên nûjen destnîşan dikin ku gerstêrka Erdê rûbirûyî zehmetiyên jîngehê yên xeternak in, weke qirêjiya hewayê, barana asîdî, berfirehbûna bajaran, bermahiyên pîşesazî û tibî, qirêjiya avê û kêmbûna Çîna Ozonê.

Pisporan diyar kir ku di dehsalên dawîn de çavkaniyên xwezayî bi awayekî metirsîdar hatin fînansekirin û di encamê de karesatên xwezayî yên mezin wekî lehî û bahozên Tsunami rû dan.

SEDEMÊN QIRÊJBÛNA JÎNGEHÊ

Bermahiyên pîşesazî û yên malan; bi taybetî blastîka ku bi rêjeyeke mezin ji bo derya û okyanosan tên avêtin.

Hilberîna kanza û metalan, û tiştên jehrî yên ji ber wê derdikevin û zirarê digihînin hewa û avê.

Bikaranîna çavkaniyên xwezayî; bi taybet sotemeniya fosîk ku diyardeya germbûna gerdûnê zêde dike.

Pirsgirêkên nukleerî; ger ji bermahiyên nukleerî bi awayekî ewle nehat xelaskirin, wê demê radyoaktîvê wê gefan li mirov û lawiran dixwe.

Çandiniya zêde; û bikaranîna semad û dermanên kîmyewî yên ku zirarê didin axê û berheman.

Berfirehbûna bêserûber a avahiyan; bandoreke nerênî li çîna şînkatiyê û kalîteya hewa dike.

Bermahiyên bijîşkî; ji bermahiyên herî metirsîdar e, ji ber ku tê de madeyên qirêjker ên metirsîdar hene.

BANDORA QIRÊJBÛNÊ

Di aliyê tenduristî de; qirêjbûna hewa nexweşiyên bêhnkişandin, dil û penceşêran çêdike. Qirêjbûna avê jî nexweşiyên wekî Kolera û Tîfoyîd çêdike.

Di aliyê jîngehî de; qirêjbûn hewayê diguherîne, qeşaya li cemseran dihelîne û cûreyên kovî bi dawî dike.

Di aliyê aborî de; lêçûna çareserkirinê zêde dibe, berhemên çandiniyê kêm dibin û zirar digihîje geştiyariya jîngehî.

Di aliyê civakî de; nexweşiyên derûnî çêdibin û valahiya di nav beşên civakê de kûrtir dibin.

HIŞYARIYÊN GIRAN

Li gorî rapora NY'ê ya girêdayî jîngehê, germahiya goka zemînê dike bigihîje 1.5 pileyan û dibe ku di dawiya vê sedsalê de, eger tedbîrên lezgîn neyên girtin, bigihîje 2.6 û 3.1 pileyan.

Daneyên ji Enstîtuya Çavkaniyên Cîhanê jî eşkere kirin ku tenê %15ê daristanên di bin gefê de hatine parastin, û hewldanên ji bo veguherandina pergalên xwarin û veguhastinê hîn jî ji gihîştina armancên avhewayê yên gerdûnî dûr in.

Datayên ji Peymangeha Çavkaniyên Cîhanê diyar kir ku rêjeya parastina daristanan rûbirûyî gefan in ji sedî 15 derbas nake û hewlên veguhertina pergala xwarin û veguhastinê hîna dûrî pêkanîna armancên avhewaya cîhanê ne.

KONFERANSÊN NAVNETEWEYÎ YÊN SÎNORDARKIRINA QIRÊJIYÊ

Salane ji bo çareserkirina qirêjiya jîngehê konferansên navneteweyî tên lidarxistin, ji wan:

Komeleya NY’yê ya Jîngehê.

Konferansên Peymana Guherîna Hewayê ya NY'ê (COP)

Bernameya Jîngehê ya NY'ê (UNEP)

Koalîsyona Avhewa û Bayê Paqij a Cîhanê (CCAC)

Çalakvanên jîngehê diyar kir ku encamên van konferansan wekî ya "COP" ya dawî ya li Bakoyê bê hêvî bûn û ji bo derbaskirina qebareya zehmetiya jîngehî, ne bikêrhatî bûn. Çalakvanan destnîşan kir ku siyasetên dewletên kapîtalîst sedema sereke ya qirkirina jîngeh û xwezayê ne.

ENCAM:

Bi zêdebûna rêjeya qirêjbûnê û bilindbûna bangên hişyariyê re pêwistiya xwedîderketina li erkê parastina jîngehê zêde dibe. Divê hikumet, civak û kes ji bo jîngeheke mayînde hevkar bin û erda xwe biparêzin.

Lê belê pirs ew e; gelo ked û hewldanên navneteweyî yên ji bo derbaskirina vê zehmetiyê dikarin encamên erênî bi dest bixin? An ew tenê berdewama siyasetên dewletên pîşesazî yên mezin in ên ku çavkaniyên xwezayî ji bo berjewendiyên xwe û ji bo pêşxistina aboriya xwe bi kar tînin?

Bersiva vê pirsê bi asta pabendiya navneteweyî ya bi vî erkî ve girêdayî ye.

(mf/fr)

ANHA