Ji ber xemsariyê parkên Qamişloyê hişk dibin

Jîngeha cîhanê di bin zextên zêde yên siyasetên fînansekirina sîstematîk ên hin dewletên pîşesaz de ye, ku armanca wan zêdekirina hilberîn û mezinkirina aboriyê, li ser hesabê hevsengiya jîngehê ye.

Ji ber xemsariyê parkên Qamişloyê hişk dibin
Ji ber xemsariyê parkên Qamişloyê hişk dibin
Ji ber xemsariyê parkên Qamişloyê hişk dibin
Ji ber xemsariyê parkên Qamişloyê hişk dibin
Ji ber xemsariyê parkên Qamişloyê hişk dibin
Ji ber xemsariyê parkên Qamişloyê hişk dibin
Ji ber xemsariyê parkên Qamişloyê hişk dibin
5 hezîran, 2025   07:35
QAMIŞLO

Li Qamişloyê Parka Giştî yek ji cihên vekirî yên kêm e ku li bajar cihê bêhnvedana şêniyan e. Tevî girîngiya vê parkê ji bo bajar û şêniyan, lê di demên dawîn de hatiye paşguhkirin. Ev paşguhkirin bûye sedema xirabûnê û şênî nema dikarin bêhna xwe li wir vedin.

Şêjiyên bajêr nerazîbûna xwe der barê guhpênedana parkê de anî ziman û diyar kir ku di demsala havînê darên parkê ziwa dibin, lewma vê dawiyê hin dar hatin birîn. Aliyên pêwendîdar jî planeke zelal ji bo parastina cihên hêşîn ên bajêr diyar nekiriye.

Şênî destnîşan dikin ku pirsgirêk ne tenê li Parka Avesta ye, lê gelek parkên bajêr hatine paşguhkirin û hişk bûne.

Têkildarî giliyên welatiyan, ajansa me serî li şaredariyê da û giliyên şîniyan arasteyî wan kirin. Berpirsa Beşa Parkan a Şaredariya Gel a Qamişloyê Wan Miso diyar kir ku wan berî 3 salan kar û barê parkê daye kesekî lê baş guh nedayê û di sala borî de bi tevahî dev ji xebatan berdaye.

Miso got şaredariyê tevî derfetên xwe yên kêm jî hin dezgeh sererast kirine, wek pompa avê ya li parkê, her wiha hejmarek dar jî hatine çandin, lê ew hêj piçûk in û wiha got: "Sedema sereke ya nepêşxistina projeyên berfireh, kêmbûna budçeyê ye."

Miso got niha 2 kes hatine erkdarkirin ji bo avdana daran û paqijkirina parkê û bal kişand ser girîngiya xurtkirina hevkariya di navbera şaredarî û saziyan de û got: "Ji bo berdewamiya xebata li parkan û pêşxistina wan divê piştgiriya darayî û lojîstîkî hebe, ev jî niha li ba şaredariyê tune ye.”

(k)

ANHA