Jinên li Helebê: Êrişên dewleta Tirk asta nîjadperestiya wê nîşan dide

Jinên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê asta nîjadperestiya wê ya li hemberî netewe û pêkhateyên din dema ku mafên xwe dixwazin, nîşan dide.

Jinên li Helebê: Êrişên dewleta Tirk asta nîjadperestiya wê nîşan dide
11 sibat, 2025   07:20
HELEB 
NISRÎN ŞÊXO

Li gorî Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji 8’ê Kanûnê heta 30’ê Çileyê bûn sedema şahîbûna nêzî 41 kesan û zêdetirî 240 kes jî birîdar bûn, di nav de rojnameger û xebatkarên tenduristiyê jî hene.

Serokê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan beriya niha li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybet gelê Kurd gefên qirkirinê xwaribû.

Jinên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê, der barê encamên êrişên dewleta Tirk a dagirker û sedemên dijminatiya wê ya li hemberî pêkhateyên din ên ku li herêmê mafên xwe dixwazin, axivîn.

Hesna Ehmed diyar kir ku dagirkeriya Tirk li her derê berxwedana Kurdan dike hedef. Her wiha got ku armanc ne tenê Pira Qereqozaqê û bendava Tişrînê ye, lê belê arman dîrok û erdnîgariya Kurdan a dewlemend e.

Hesna her wiha got: “Ev êriş ne nû ne, lê bi dehan sal in ku bi her awayî hewl didin Kurdan tine bikin, lê hewldanên wan bêhêvî ne û tu carî nikarin me tune bikin, ji ber ku em gelên xwedî vîn in û koletî û bindestiyê napejirînin, em tê dikoşin ku li welatekî azad bi rûmet bijîn.”

Alîsar Can jî bal kişand ser sedemên dijminatiya dewleta Tirk a li dijî mafên gelê Kurd û got: “Ji ber nasnameyê, dagirkeriya Tirkiyeyê êrişî gelê Kurd û hêzên Kurdan dike, dixwaze hebûna me û dîroka ji holê rabike, lê belê me ti carî ji bijartina berxwedanê, paşve gav neavêtine.”

Her wiha bal kişand ser rêbazên êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirkiyeyê li ser gelên herêmê û wiha got: "Tevî şert û mercên dijwar, şerê dijwar û bikaranîna çekên giran ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, em ê dev ji doza xwe bernedin. Ev êrişên li dijî bendava Tişrînê û pirs Qereqozaqê vîna me ya berxwedanê mezintir dikin, em dilsozê xwîna şehîdên xwe.”

Emîna Henan jî der barê mijarê wiha got: “Ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve, artêşa Tirk a dagirker bi her awayî êrişên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêya balafirên xwe û çeteyên xwe nerawestandiye.”

Emîna wiha dewam kir: "Em bi xwe bawer in, ji ber ku em vîna xwe ya berxwedanê ji têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan digirin. Ev êriş wê vîna me neşikînin û em wekî gel li dora hêzên xwe kom bûne.”

(k)

ANHA