Dijberiya li Kurdan xeta têkçûnê ye - RAUF KARAKOÇAN

Dijberiya li Kurdan xeta têkçûnê ye - RAUF KARAKOÇAN
11 sibat, 2025   07:30

Dewleta Tirk pêvajoyeke ku em ê navê pêşvebûna Îmraliyê lê bikin, daye destpêkirin. Divê di serî bê gotin ku ev yek ji ber hewcedariyê pêk hatiye. Rêveberiyeke dewletê heye ku nîvê dîroka sedsalî ya komarê bi şerê li dijî PKK'ê borandiye. Di van serdeman de carinan koalisyon lê bi giştî hikumetên muhafazakar ên rastgir desthilatdar bûn. Hikumetên rastgir ên muhafazakar şerekî giran li dijî PKK'ê meşand û hem kirin ku Tirkiye bibe cihekî ku mirov nekare lê bijî, hem jî wan xwe xilas kir.

Heke îro dîsa heyetan dişînin Îmraliyê, ji ber ku pirsgirêka Kurd bê çareserî maye, li ser wan bûye barekî giran û bi wan daye windakirin. Ji ber ku nekarîn têkoşîna PKK'ê biqedînin. Her çend îdia dikin ku bi çekên pêşketî li hember PKK’ê bi ser ketine jî, heta ku pirsgirêka Kurd dewam bike, dê bi dewletê jî bide windakirin. Ji ber ku PKK ji ber pirsgirêka Kurd heye. Rêveberiya dewletê yan jî desthilatdar, her çend li xwe mikur neyên jî, ev rewş bi awayekî fêm kiriye û qebûl kiriye.

Ji ber du sedeman gihaştin vê qonaxê. Ya yekemîn; têkoşîna berxwedanê ya PKK'ê nehat tesfiyekirin û berdêla vê yekê jî li ser Tirkiyeyê gelekî giran bû. Ya duyemîn; ji ber konjonktura leşkerî-siyasî ya ku hêzên global ji derve de lê ferz dikin, Tirkiye bê mecal bûye, ji ber ku pirsgirêka Kurd di jinûvedîzaynkirina Rojhilata Navîn de wê asteng dike. Ev her du rewş di şerê herêmî de bi hev re derketine holê. Êrişa Îsraîlê ya li dijî Xeza û Lubnanê, hilweşîna rejîma Baasê ya Sûriyeyê, guhertina hevsengiyên siyasî û nediyariya ku şer dê li ku derê bisekirn, roleke stratîjîk dide destê Kurdan. Kî vê stratejiyê rast bixwîne, ew ê qezenc bike.

Mijara ku em jê re dibêjin pêşvebûna Îmraliyê, hewldana Tirkiyeyê ye ku ji bo çareserkirina vê bêmecaliya di pirsgirêka Kurd de li Rojhilata Navîn pê re rû bir û maye. Destpêkirina hevdîtinan bi rêya heyeta DEM'ê, ji pêwîstiya bi hêza siyasî, rêxistinî û îdeolojîk a Rêber Apo ye. Pêwîstiya çareseriyê û baweriya bi hêza Rêber Apo bi hev re xwe didin der. Heta vê derê meseleyek nîn e. Lê belê zimanê desthilatê û rêbazên wê, bi hebûna û cîdiyeta pirsgirêkê re li hev nayên. Hê detayên pêvajoyê derneketine holê lê qeyûm, girtin, êrişên li ser Rojava û hwd, dema mirov bala xwe dide van tevan, xuya hê beriya ku pêvajo dest bike, dixwazin bi dawî bibe. Ji xwendina niyetê wêdetir, encamên pratîk vê nîşan didin. Dîsa jî bendewarî û daxwaza her kesî ew e ku ev derfet neyê pûçkirin.

Razemeniya li hundir û derve li dijberiya Kurdan dikin, li polîtîkayên çawalêhato nayê. Berevajî vê, dema em li sedsala borî ya Komara Tirk dinêrin, xuya ye navoka wê li ser windakirinê birîne. Polîtîkayên dijberiya Kurdan ên hikumetan, dikin ku Tirkiye zirar bike û dike ku partiyên muxalîf jî nebin desthilatdar. Nêzîkatiyên demkî, berjewendîperest û îstîsmarker ên li hember pirsgirêkê û heke li şûna çareseriyên mayînde dema pirsgirêk kirin alavake hilbijartinan, dê her tim zirar bikin.

Dengderên Kurd di hilbijartinên dawîn de hevsengiya hilbijartinan serobin kir. CHP bû partiya yekemîn û guhertina desthilata şaredariyan li gelek bajaran. Ev jî encama tercîhên polîtîk a Kurdan bû. Dema niha ev yek were paşguhkirin û bi wî awayî meşandina poltîkayê, dê bibe windahiyek. Ji bo pêşbînkirina vê encamê jî dehayeke siyasî ne lazim e. Li hemberî binpêkirina mafan a li Kurdistanê, bêhiqûqî, girtin, qeyûm, qetilkirina bi sedan mirovan di êrişên li Rojava de, tu gotineke opozîsyonê nîn e. Opozîsyoneka wiha dê çawa û bi çi rûyekî bibe talibê dengên Kurdan? Kurd, bi dîtina min, baş bi vê lîstikê dizanin, lewam jî guherîna desthilatê nayê wateya guherîna di pirsgirêka Kurd de.

Zimanê ku çapemeniya muxalîf li hember PKK'ê û Rêber Apo bi kar tîne, gelekî neyînî ye. Hûn nikarin bi êrişên li ser Rêber Apo ku temsîla vîna gelê Kurd dike, bi kîndariya xwe ya di binhişîna xwe de, di hilbijartinan de bi ser bikevin. Ev medyaya jî ji CHP'ê re dixebite. Hûn ê bi şev û roj bi gotina teror-terorîst êriş bikin û dûre bi dengên Kurdan hûn ê di hilbijartinê de bi ser bikevin; divê ev paradoks ji holê rabe. Çi qas teoriyan çêkin jî mehkûmî windakirinê ne û mêjiyên navoka wan li ser windakirinê hatiye birîn, her û her dê di opozîyonê de bimînin.

Heke naxwazin demokrasiyê bînin Tirkiyeyê, em nikarin tiştekî bêjin, lê heke dê qala demokrasiyê bikin û hewcedariya wan pê heye, divê bizanin ku bi vî mêjiyê êrişkar nabe. Pirsgirêka Kurd navenda pirsgirêkan e. Kî çareser bike, ew dê qezenc bike. Ji ber ku qezenckirina hilbijartinan û guhertina destûrê jî bi tercîha siyasî ya Kurdan ve girêdayî ye. Tercîha Kurdan li ser çareseriya pirsgirêkê ye. Yên ku vê hevkêşeyê çareser nekin, çi qas gotinan bibêjin jî, çi qas krîtîka fikrî bikin jî, encam dê windakirin be.

Trenda giştî ya heta niha derketiye holê, li gel gumanên li ser çareseriya mayînde ya pirsgirêka Kurd, xweşbîniyek afirandiye. Her çend nêzîkatiya hikumet û muxalefetê hîna têrê neke jî, her tişt çaverêyî daxuyaniya ji Îmraliyê ye. Sinerjî, atmosfera hêvî û xweşbîniyê ya heyî, ji ber baweriya bi Serok Apo û baweriya bi jêhatîbûna wî û biryardariya wî ya çareseriyê derdikeve holê. Heke kes vê pêvajoyê asteng neke, li ser hesabên siyasî yên demkî pûç neke, yekane hêza dikare demokrasiyê bîne Tirkiyeyê Rêber Apo ye.

Çareseriya pirsgirêka Kurd, li Tirkiyeyê deriyê demokrasiye dê veke. Dê ji bo her kesî bibe serketinek. Tifaqa bi Kurdan re dê li Rojhilata Navîn jî bi ser bixe. Ji bo Tirkiyeyê jî, ji bo hêzên herêmî û global jî karrta Kurdan bi polîtîkayên qezenc bike-qezenc bike dibe. Çareseriyên li derveyî vê, di esasê xwe de bêçaretî ne.