Yekîtiya Xwendekarên Welatparêzên Sûriyeyê tevlî seferberiyê dikin

Yekîtiya Xwendekarên Welatparêzên Sûriyeyê, li bajarê Qamişlo bi civînekê eşkere kir ku ew jî tevlî seferberiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk dibin.

Yekîtiya Xwendekarên Welatparêzên Sûriyeyê tevlî seferberiyê dikin
Yekîtiya Xwendekarên Welatparêzên Sûriyeyê tevlî seferberiyê dikin
Yekîtiya Xwendekarên Welatparêzên Sûriyeyê tevlî seferberiyê dikin
Yekîtiya Xwendekarên Welatparêzên Sûriyeyê tevlî seferberiyê dikin
24 kanûn, 2024   15:36
QAMIŞLO

Civîn li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo, bi beşdariya xwendekarên 6 dibistanên amadeyî  pêk hat. Di civînê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, alên QSD, YPG û YPJ’ê hatin hildan.

Di axaftinên hatin kirin de li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hat rawestîn û hat destnîşankirin ku wê ciwanên welatparêz heya dawiyê piştgiriya hêzên QSD, YPG-YPJ’ê bikin.

Hat diyarkirin ku di vê pêvajoya dîrokî de lazime ciwan3en şoreşger û welatparêz pêşengiya civakê bikin da ku pêşerojeke azad ava bikin.

Civîn bi xwendekaran sirûda “Çerxa Şoreşê” xwend û dirûşmeyên, “Bijî berxwedana QSD’ê”, “Bijî berxwedana YPG’ê”, “Bijî berxwedana YPJ’ê” bidawî bû.

ANHA

(bm)