Jinek Kurd li Kirmaşanê hate qetilkirin

Xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dewam dikin û her ku diçe zext û êrişên hêzên rejîmê jî tundtir dibin.

Jinek Kurd li Kirmaşanê hate qetilkirin
17 ÇILE, 2026   15:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di roja 21’an de dewam dikin, li beramberî daxwazên gel hêzên rejîma Îranê êrişên xwe jî zêdetir kiriye. Divê çarçoveyê de li gorî malpera Dengê Binçavkiriyên Kurd û Îranî, jinek Kurd ya bi navê Dilara Kazemî ya xelkê bajarokê Geylan Xerbî ya ser bi parêzgeha Kirmaşanê, li Kirmaşanê di dema xwepêşandanan de hatiye binaçvkirin.

Çavkaniyê ragihand ku Dilara dema hatî binçavkirin, ji aliyê hêzên îstîxbarata Îranê ve hatiye êşkencekirin û bi êşkenceyê jî hatiye qetilkirin.

Hate gotin ku Dilara zewiciye û dayika du zarokane, herwiha tê gotin di dema êşkenceyê de hêzên rejîmê du dest û didanên Dilara şikandibû.