Li Siwêdayê piştgiriya bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re

Şêniyên Siwêdayê ku xwepêşandan li dar xist, piştgiriya xwe bi berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re nîşan da û êrişên çeteyên hikumeta demkî şermezar kirin.

Li Siwêdayê piştgiriya bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re
Li Siwêdayê piştgiriya bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re
Li Siwêdayê piştgiriya bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re
Li Siwêdayê piştgiriya bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re
Li Siwêdayê piştgiriya bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re
Li Siwêdayê piştgiriya bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re
17 ÇILE, 2026   15:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Şênî û çalakvanên Siwêdayê ji bo piştgiriya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî binpêkirinên hikumeta demkî, îro xwepêşandanek li Qada El Kerama ya bajar li dar xist.

Xwepêşandêran pankartên bi daxwazên edalet, azadî û rawestandina êrişan vekirin. Her wiha diyar kir ku doza Kurd beşeke doza giştî ya Sûriyeyê ye û mîsogerkirina maf û rûmetan berpirsyareke nîştimanî ye.

Xwepêşandêran dirûşmên "Siwêda bi yekparbûna Sûriyeyê re ye", "Ji Kurdan re azadî", "Xwîn yek e çarenûs yek e" û "Ji peravê heya Sûriyeyê gelê Sûriyeyê yek e" berz kirin.

(b)

ANHA