Dîmenên pevçûnên li Meskene

Komên çete yên hikûmeta demkî êrîşî şervanên QSD’ê yên ku di çarçoveya lihevkirinê de xwe ji bajarê Meskenê vedikişandin kirin. Hêzên QSD’ê bersiv dan û derbe li wan xistin.

17 ÇILE, 2026   14:34

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlum Ebdî şevê din ragihandibû ku wan li ser banga hêzên dost û navbeynkaran biryar daye ku hêzên xwe ji herêmên Dêr Hafir û Meskene vekişînin rojhilatê çemê Firatê. Ebdî diyar kiribû ku ewê serê sibehê (17 Çile) saet 07.00’an de dest bi vekişînê bikin. 

Piştî vê biryarê hêzên QSD’ê dest bi vekişandina li Dêr Hafir û Meskene kirin. Lê hîn hêzan xwe bi temamî venekişandibû, komên çeteyan ên hikûmeta demkî êrîşî şervanên ku xwe vedikişandin kirin.

Li ser vê yekê hêzên QSD’ê jî bersiv dan û pevçûn derketin. Di pevçûnan de şervanan derbeyên giran li çeteyan xistin.

Di dîmenên hatine kişandin de kêliyên pevçûnan û seyareyên çeteyan ên hatine rûxandin xuya dikin.

(a)
ANHA