Jinek, hevserê wê û zaroka wan hatin qetilkirin

Li taxa Rimêla ya bajarê Reqayê jinek, hevserê wê û zaroka wan hatin qetilkirin.

Jinek, hevserê wê û zaroka wan hatin qetilkirin
25 mijdar, 2024   14:00
REQA

Şêniyên Reqayê vê sibehê jinek, hevserê wê û zaroka wan (yek salî) kuştî li mala wan a li taxa Rimêlayê dîtin. 

Li gorî şêniyan her sê kes bi kêran hatine qetilkirin.

Jina hatiye qetilkirin mamoste ye û hevserê wê bi navê Munaf El Kenas karmendekî Desteya Diravî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.

Hêzên Têkoşîna li dijî Sûcan a Hêzên Ewlekariya Hundirîn der barê qetilkirina her sê kesan de lêkolîn daye destpêkirin.

(bb)