Şerê Îsraîl û Hizbullahê; berpirsekî Îsraîlê qala pêşnûmeya agirbestê dike

Şerê di navbera Hizbullahê û artêşa Îsraîlê de dewam dike. Balyozê Îsraîlê yê li DYAˈyê qala pêşnûmeyeke agirbesta li gel Hizbullahê kir.

Şerê Îsraîl û Hizbullahê; berpirsekî Îsraîlê qala pêşnûmeya agirbestê dike
25 mijdar, 2024   13:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Ajansa National News a Lubnanê (NNA), artêşa Îsraîlê piştî hişyariyên valakirinê, careke din taxên başûrê Beyrûtê bombebaran kirin.

NAAˈyê ragihand ku artêşa Îsraîlê vê sibehê bajarokên Yehmer Şiqêf, Cebel El Ehmer ê navbera Harûf, Şokîn û Zebdîn ên başûrê Lubnanê, deverên Ernûn, Kefer Tebnît, Herece Elî Tahir, derdora Keleha Şiqêf, derdora çemê Lîtanî, navbera Zotir, Dêr Suryan, navbera Şokîn û Mifîdon û derdora Kefer Seyr bombebaran kirin. Her wiha 3 caran jî êrişî devera Eyn Qana ya herêma Tifan kir. Hate diyarkirin di bombebarana li ser Yehmer Şiqêfê de 15 mal hilweşiyane.

ÊRIŞÊN HIZBULLAHÊ

Hizbullahê bi 2 daxuyaniyan ragihand ku wê "mêtingeha Şetola” û kombûna leşkerên artêşa Îsraîlê ya li rojhilatê bajarê Xeyam bi moşekan bombebaran kirin.

Di daxuyaniyên Hizbullahê de hate gotin êrişa li Şetolayê duh saet 18.05ˈan û êrişa li dijî kombûna leşkerên Îsraîlê ya li Xeyamê jî duh saet 23.45ˈan hatine kirin. Li gorî daxuyaniyan, "êriş di çarçoveya piştevaniya gelê Filistînê yê li Xezayê de û ji bo parastina Lubnan û gelê wê hatine kirin.”

Navenda Xizmetên Ambulansê ya Îsraîlê da zanîn ku di êrişa bi 20 moşekan de ku aliyê Lubnanê ber bi herêmên Celîl El Ela û yên rojava ve hatine avêtin de kesek birîndar bû.

Balyozê Îsraîlê yê li Amerîkayê Michael Herzog jî ragihand ku “çend roj ji rêkeftina agirbestê ya bi Hizbullah re mane”.

Balyozê Îsraîlê ji radyoya artêşa Îsraîlê re got: "Rêkeftin nêzîk bûye. Dibe ku di çend rojan de çêbe.”

Berpirsekî payebilind ê Îsraîlê jî got Netanyahu duh bi amadebûna wezîran û rayedarên îstîxbaratê re civînek der barê gotûbêjên agirbestê de li dar xist. Berpirs da zanîn ku di civînê de biryar hate dayîn ku ber bi pêkanîna pêşnûmeyê ve biçe û dibe ku di vê hefteyê de were ragihandin.

Li gorî pêşnûmeya agirbestê de, di 60 rojan de artêşa Îsraîlê ji başûrê Lubnanê vekişe, artêşa Lubnanê li herêmên nêzî sînor belav bibe û Hizbullah çekên xwe yên giran veguhêze bakurê çemê Lîtanî, bi armanca çavdêriya pêkanîna binpêkirinan û rawestandina wê komîteyeke çavdêriyê bi serkêşiya DYAˈyê were avakirin.

Li gorî rojnameya Şerq El Ewsat, rayedarên Îsraîl û DYAˈyê got Washington qebûl kiriye ku li dijî gefên li ser Lubnanê garantiya piştevaniya xebata leşkerî bide artêşa Îsraîlê.

Tedbîrên betalkirina ji nû ve sazkirina hebûna leşkerî ya Hizbullahê li nêzî sînor an qaçaxçîtiya çekên giran werin girtin.

Li gorî pêşnûmeyê, heke artêşa Lubnanê li hemberî gefan nesekine, dê Îsraîl piştî nîqaşên bi DYAˈyê re van tedbîran bigire.

(bb)