Hejmara Iraqê hate eşkerekirin

Serokwezîrê Iraqê ragihand ku hejmara welêt gihiştiye 45 milyon û 407 hezar û 495 kesan.

Hejmara Iraqê hate eşkerekirin
25 mijdar, 2024   14:18
 NAVENDA NÛÇEYAN 

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî bi daxuyaniyek çapemeniyê encama serjimêriya niştecihên Iraqê ji raya giştî re belav kir. 

Serokwezîrê Iraqê ragihand ku bi hevarkiya welatiyan û rêxistinên navnetweyî, karîne karê serjimêriyê serkeftî temam bikin. Sudanî diyar kir ku li gorî bîlançoyan hejmara niştecihên Iraqê gihiştiye 45 milyon û 407 hezar û 495 kesan li gel biyanî û penaberan.

 Her wiha Sudanî qala hejmara rêgezên mêr û jin ên li Iraqê jî kir û wiha got: “Li Iraqê 22 milyon û 784 hezar û 62 mêr ku dike ji sedan 50.1 û 22 milyon û 623 hezar û 833 jin ku ew jî dike ji sedan 49.9 kes hene. Hejmara malbatan jî gihiştiye 7 milyon û 898 hezar û 588’an. Hejmara navîn a malbatan 5.3 kes bûn. Rêjeya malbatên ku jin serkêşî dikir ji sedan 11.33 bûn û rêjeya malbatên mêr serkêşî dikir jî ji sedan 88.67 bûn.”

 Di daxuyaniyê de Serokwezîrê Iraqê da zanîn ku ji sedan 70.3 niştecihên bajaran û ji sedan 29.7 jî niştecihên gundan bûn. Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî spasiya welatiyan kir ku li gorî qedexeya derketina derve tevgeriyan û bi tîmên serjimêriyê re hevkariyê kirin.