Jinan û rûspiyên Dêrikê piştgiriya xwe ji bo QSD`ê nîşan da

Rûspiyên bajarê Dêrikê û Kongra Star piştgiriya xwe ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) nîşan da û bang li hemû hêzên Kurdan kir ku li dora berxwedana gelê Rojava bicivin.

Jinan û rûspiyên Dêrikê piştgiriya xwe ji bo QSD`ê nîşan da
19 ÇILE, 2026   14:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Rûspiyên bajarê Dêrikê û Kongra Star der barê êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de daxuyaniyên cuda dan û piştgiriya xwe ji bo QSD`ê nîşan da.

Daxuyaniya rûspiyan li ber baregeha Meclia Rûspiyan a li Dêrikê ji aliyê şêx Sînan Sîdoş ê serokê Komeleya Ehl El Beyt ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Bi navê Meclisa Rûspiyên Eşirên Dêrikê, em bi tundî êrişên berdewam ên artêşa Sûriyeyê li dijî herêmên me yên ewle, şermezar dikin. Ev êriş binpêkirina aşkera ya hemû peyman û têgihîştinan e.”

Di daxuyaniyê de banga rawestandina bê şert û merc a hemû operasyon û êrişên leşkerî li ser deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat kirin û hat xwestin ku em peymanên îmzekirî, bêyî paşguhkirin an binpêkirina bi zanebûn, werin pêkanîn.

Daxuyaniyê der barê encamên berdewama vê nêzîkatiyê de hişyarî da: "Em piştgiriya xwe ya bêdawî ji bo hêzên xwe, Hêzên Sûriyeya Demokratîk, yên ku ev ax parastine û bi hezaran şehîd dane, dubare dikin.”

Der barê heman mijarê de Kongra Star li bajarê Dêrikê daxuyaniyek da. Daxuyanî ji hêla rêvebera kongreyê Wefaa Elî ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat gotin: "Em li vir piştgiriya xwe ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk radigihînin. Divê hemû hêzên Kurdan li dora berxwedana gelê Kurd li Rojava bicivin û rê nedin ku tu alî rûmeta gel binpê bikin.”

(k)