Li Eyn Îsa, Şedadê û Reqayê êriş

Tevî peymanên agirbestê jî çekdarên hikumeta demkî li Eyn Îsa, Şedadê û Reqayê êrişên xwe li ser QSD’ê didomînin.

Li Eyn Îsa, Şedadê û Reqayê êriş
19 ÇILE, 2026   14:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê der barê mijarê de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: "Tevî lihevkirinên agirbestê yên ragihandî û daxuyaniyên der barê wê de jî, çekdarên hikumeta Şamê êrişên xwe li ser hêzên me yên li Eyn Îsa, Şedadê û Reqayê didomînin.

Di van kêliyan de li derdora girtîgeha Eqtan a li Reqayê ku girtiyên rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst tê de hene, şerekî giran di navbra hêzên me û wan koman de rû dide. Ev yek xetereyeke mezin çêdike.

Em ji raya giştî re radigihînin ku asta gefan zêde dibe, nemaze ku ew kom hewl didin xwe bigihînin girtîgehê û dest deynin ser. Ev yek dê rewşeke xeternak bi xwe re bîne ku gefê li îstiqrarê çêke û rê li ber vegera tevlihevî û terorê veke.

Em vê rewşê bi raya giştî re parve dikin. Em aliyên êrişkar wek berpirsên her encameke karasetî ku bi domandina van êrişan re derkevin, dibînin."