Qebîleya Tey: Em aştiya navxweyî biparêzin

Qebîleya Tey banga parastina herêmê û xurtkirina aştiya navxweyî kir.

Qebîleya Tey: Em aştiya navxweyî biparêzin
19 ÇILE, 2026   14:52
QAMIŞLO

Qebîleya Tey li gundê Cizmiz ê bajarê Qamişloyê daxuyaniyek da. Daxuyanî bi amadebûna hejmarek rûspiyên Kurd (Şêxan, Benî Hîlal, Elîka, Kaskan û Miliyê) hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Em şêx û rûspiyên qebîleya Tey a bi serokatiya şêx Mihemed Ebdurezaq El Tayî û bi amadebûna eşîrên me û şêniyên me yên Kurd û xiristiyan ên ji civaka sivîl, helwesta xwe ya sabit û daîmî ya girêdana bi nirxên jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyên li ser vê axê de dijîn, nîşan didin. Em Kurd, Ereb û xiristiyan ku li ser vê axa pîroz in, bi dîrok û çarenûsê ve hevkar in. Mirovahî, erdnîgarî û rûmet me tîne gel hev.

Qebîle û eşîrên me bi salan li gel xwişk û birayên xwe yên ji netewe û olên cuda jiyan. Em ê li ser rêgeza rêzdariya li hemberî hev, dûrketina ji cudakarî û pêşxistina aştiya naxweyî jiyanê bidomînin. Em di wê baweriyê de ne ku welat tenê bi hevgirtina gel ava dibe.

Em ji tevahî beşên civakê dixwazin ku milkên giştî û taybet biparêzin. Em ji Xweda dixwazin ku welatê me û xelkê me biparêze û aramiyê mîsoger bike û gotina me ya li ser heqî û qenciya ji bo welat bike yek.”

(b)