‘Jin ji bo yekitiya Kurdan her dem di nava têkoşînê de ne’

Jinan destnîşan kir ku yekrêziya Kurdan encama ked û destkeftiyên bi salan yên şoreşa Rojava ye û got "Jin ji bo yekitiya Kurdan her dem di nava têkoşîn û berxwedanê de bûn.”

‘Jin ji bo yekitiya Kurdan her dem di nava têkoşînê de ne’
4 hezîran, 2025   06:15
HESEKÊ
ZEYNEB ŞÊXO

Jinên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî yekrêzî û yekhelwesta kurdî û bandora wê ya li ser jinan û gelê Kurd ji ajansa me re axivîn.

Koçbera ji Efrînê Gulê Mihemed diyar kir ku yekitiya gelê Kurd û rola jinan di nava yekitiyê de gelekî girîng e û wiha got: “Di tevahî şoreşan de rola jinan hatibû paşguhxistin. Lê jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di vê pêvajoyê de roleke sereke lîstin. Yekitiya Kurdan encama ked û têkoşîna bi salan a jinan e."

‘BI YEKITIYÊ PÊŞÎ LI ALOZIYAN TÊ GIRTIN’

Gulê destnîşan kir ku bi saya jinan demokratîk, azadî, edalet, wekehî û aştî di nava civakê de bi pêş ketin û ev li gotinên xwe zêde kirin: "Eger Kurd nebûna yek wê li pêşiya gelek krîza bihate vekirin. Yekbûna gelê Kurd têkilî û xebata hevbeş a diplomasî, leşkerî û di tevahî xebatan de xurttir bibin. Bi yekitiya gelê Kurd wê pêşiya pirsgirêkan bê girtin.”

Gulê axaftina xwe wiha berdewam kir: "Yekrêziya Kurdan gaveke dîrokî ye ku xewn û xeyala bi salan a gelê Kurd e. Em bi şans in ku îro em dibin şahidên kêlî û rojên dîrokî. Bi rastî jî ev roj ne bi hêsanî hat, lê encama ked û fedakariya bi salan e. Çi qas xweş e ku em îro encamên keda xwe li ber çav bibînin û ji bo parastina deskeftiyên vê kedê, îro yekrêziya gelê Kurd pêk hatiye.”

Gulê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku dê têkoşînê berdewam bikin ta armancên xwe bighînin serî û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mîsoger bikin.

‘YEKITÎ HÊZ Û ÎRADE YE’

Koçbera ji Serêkaniyê Zehra Qido yekitî wekî gava herî girîng di dîroka gelê Kurd de pênase kir û got: "Tişta herî girîng yekitiya gelê Kurd e. Em Kurd hewcedariya me bi hev heye. Em jin bi saya fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan gihiştin vê rojê. Rola me ya serek jî parastin tevahî destkeftiyên şoreşê û şehîdan e."

Zehra Qido destnîşan kir ku jin ji bo pêkanîna gavek stratîjîk a wekî yekrêziya Kurdî bi salan tekoşîn û berxwedan meşandine û wiha got: "Em yekrêziya Kurdî pîroz dikin û gavek dîrokî ber bi avakirina Sûriyeyek nû ya li ser bingeha azadî, pirrengî, demokratî û azadiya jin û civakê dibînin. Jinan ji bo pêkanîna vê rojê bi salan tekoşîn û berxwedaniyek mezin meşandin. Her kêlî û roj di nava kar û xebatê de bûn, îro jî em encamên vê kedê dibînin. Yekitî, hêz û îrade ye. Em ê bi vê hêzê daxwaza mafên xwe bikin û Sûriyeyeke nenavendî ava bikin ku mafên her pêkhateyek tê de were parastin. Yekrêziya Kurdî bersivek planên qirkirin û tunekirinê ye. Bi vê gavê em ê azadiyê misoger bikin."

Zehrayê di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Çi ji me were xwestin em amede ne. Divê tevahî jin ji demên berê bêhtir têkoşîna xwe xurttir bikin."

‘DEM DEMA YEKRÊZIYÊ BÛ’

Neceh Hewas a ji bajarê Hesekê jî der barê mijarê de wiha got: "Bi vê yekrêziyê hêz û îfadeyeke azad ava dibe û Sûriyeyê ber bi pêşerojek azad û xwedî nasname ve diçe. Ev dem dema yekrêziyê bû û bi banga Rêberê Abdulah Ocalan a aştiyê, gelê Kurd ev gav avê da ku maf û hebûna mîsoger bike."

Necah Hewsas anî ziman ku bi saya keda jinan yekrêziya kurdî çêbû û wiha dawî li axaftina xwe anî "Jin di her qadê de li hemberî hemî zihniyetên nijadperestî têkoşîn kiriye û têkoşînê berdewam bikin. Jinan rola xwe ya herî girîng di avakirina yekitiya kurdî de lîst û carek din pêşegtî kir. Bi yekitiya gelê kurd re hezkirin û hêza Kurdan wê xurttir bibe."

(bb)

ANHA