‘Vebijêrka xelkê Siwêdayê nenavendîbûna berfireh e’

Siyasetmedar û çalakvanekî mafên mirovan diyar kir ku gelê Siwêdayê dixwaze dewleteke demokratîk û piralî ku rêzê li mafên mirovan digire, ava bibe. Her wiha got vebijêrka xelkê Swêdayê nenavendîbûna berfireh e.

‘Vebijêrka xelkê Siwêdayê nenavendîbûna berfireh e’
4 hezîran, 2025   05:06
NAVENDA NÛÇEYAN
GÎVARA ŞÊX NÛR

Piştî rûxandina rejîma Baasê, Sûriye derbasî qonaxeke nû bû. Ji ber hilweşîna saziyên dewleta navendî, valahiyeke kûr a siyasî û ewlekarî çêbû. Wekî din, Heyet Tehrîr El Şam bi siyasetên xwe yên dûrxistinê dest danî ser desthilatê û vê yekê derî li ber tevlihevî û parçebûnê vekir. Lewma tê xwestin ku welatiyên Sûriyeyê bibin yek û xwe bi rêxistin bikin.

Di nava vê rewşa tevlihev de, Siwêda wek herêmeke xwedî taybetmendiya cuda ketiye pêşberî aloziyên girantir. Ew dever rastî zextên zêde tê ku dixwazin wê paşguh bikin, her wiha metirsiyên ewlehiyê li ser Swêdayê hene, ji ber hêzên tundrew ên ku dixwazin nakokî û dubendiyê geş bikin. Lê belê li Siwêdayê hin nîşanên diyar hene ku dikare kar û barên xwe yên navxweyî bi rê ve bibe, modeleke sivîl ava bike ku rûmeta gelê xwe diparêze û qonaxeke nû ya xwebirêxistinkirinê saz dike.

Siyasetmedar û çalakvanê mafên mirovan Adil El Hadî di hevpeyvîneke taybet de ji ajansa me re got gelê Siwêdayê dixwaze dewleteke demokratîk û piralî ku rêzê li mafên mirovan digire, ava bibe. Her wiha bal kişand ser wê yekê ku ev di heman demê de daxwaz û hêviya beşên cuda yên Sûriyeyê ye.

Der barê rêxistina navxweyî ya li Siwêdayê de El Hadî diyar kir ku pargaleke hevgirtî heye ku dikare bi civakên cuda yên Sûriyeyê re hevkariyê bike, ji bo avakirina dewleteke nûjen ku daxwazên welatiyên xwe pêk bîne.

Li ser rola Swêdayê di avakirina siberoja Sûriyeyê de, El Hadî Danezana Destûrî ya desthilata Şamê wek "danezana destûrî ya terorîstî" bi nav kir û diyar kir ew danezan rê li ber çewisandineke nû vedike. Her wiha da zanîn ku encamên wê dê ji bo hemû pêkhateyên Sûriyeyê karset û wêranî bin, bi taybet li ser elewî, durzî, Kurd û xiristiyanan.

Adil El Hadî her wiha got "hikumeta demkî bangeşî û gotara nefretê ya mezhebî li dijî civaka durzî bi kar tîne", lê ev yek dê nebe asteng ku gelê Siwêdayê rola xwe ya nîştimanî pêk bîne, rola avakirina dewletê li ser prensîbên nenavendîbûna berfireh û rêgirtina li pêşiya belevbûna terorîzmê.

(k)