Şêniyên Tebqa: Hevgirtina civakî bingeha pêşîgirtina fitneyan e

Şêniyên kantona Tebqayê bal kişand ser girîngiya hevgirtina civakî di navbera hemû pêkhateyan de ji bo parastina civakê li dijî hewldanên têkbirina aramiyê û gurkirina nakokiyên mezhebî û etnîkî.

Şêniyên Tebqa: Hevgirtina civakî bingeha pêşîgirtina fitneyan e
17 mijdar, 2025   02:35
TEBQA

Di vê pêvajoya dijwar de, hevgirtina civakî di navbera pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hêmaneke girîng a yekitiya civakî û eniyeke bingehîn a parastinê li dijî hewldanên têkibirina aramiya civakê û gurkirina nakokiyên mezhebî û etnîkî, ye.

Mehmûd El Sayil ji şêniyên Tebqayê der barê mijarê de got : "Li ba me meclisên rûspiyan hene ku ji şêx û rûspiyan pêk tên, her wiha nûnerên rêveberiyên sivîl û leşkerî jî di nav de hene. Ev meclis ji bo çareserkirina her pirsgirêkekê ku rê li ber xebata civakî digire dixebitin. Parastina me ne tenê erka hêza leşkerî ye, lê hevgirtina me û piştgiriya me ya hevbeş bingeha rast a parastinê ye."

El Sayil wiha li gotina xwe zêde kir, "Em ji bo parastina tevna xwe ya civakî xwe dispêrin kesayetên bi bandor ên di civakê de. Eger gel û civak ne hevgirtî be hêza leşkerî tenê têrê nake. "

Arif Sîdo, ji koşberên Efrînê ye, destnîşan kir ku "gelê Sûriyeyê di serdemek hesas de dijî. Em Kurd cudahiyê naxin navbera pêkhateyên civaka Sûriyeyê. Em bi Ereb, Tirkmen, Suryan û hemû komên din re dijîn. Em dizanin ku di qonaxa heyî de ji her demê bêtir hevgirtina me girîng e da ku em karibin li hember terorîzm û komployên navneteweyî yên li dijî gelê Sûriyeyê bisekinin. "

Sîdo da zanîn ku, "Bi rêya projeya Neteweya Demokratîk û ezmûna demokratîk a Rêveberiya Xweser, em dikarin ber bi siberojeke baştir ji bo hemû Sûriyeyiyan ve biçin. Divê em bi li kêleka hev bin û bi ruhê hevgirtin û biratiyê hevkariya hev bikin "

Emîne Silêman, ku ew jî ji koçberên Efrînê ye, got, "Em, jinên Kurd û Ereb, û hemû pêkhateyên din, hemû Sûriyeyî ne. Em di wê baweriyê de ne ku hevgirtin û hevkariya di navbera gelan de bingeha avakirina Sûriyek nû ye. Hevgirtina gel çeka herî bihêz e ji bo berxwedana li hember hêzên dijmin ên ku hewl didin nakokiyan derbixin, ewlehî û aramiyê têk bibin."

Emîne destnîşan kir ku: "Hêza me di hevgirtin û yekitîya me de ye û hevgirtina di navbera hemû pêkhate, gel û mezheban de keleha rastîn a parastina civaka me ye. "

(k)

ANHA