Ji Waliyê Silêmaniyê daxuyaniya şermezarkirinê

Waliyê Silêmaniyê Heval Ebû Bekir têkildarî êrişa dewleta Tirk a li dijî wesayîta rojnamevanan ku di encamê de rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn şehîd bûn, peyamek weşand.

Ji Waliyê Silêmaniyê daxuyaniya şermezarkirinê
23 tebax, 2024   19:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Waliyê Silêmaniyê Heval Ebû Bekir têkildarî êrişa hewayî ya dewleta Tirk ya îro li nêzîkî navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê li dijî wesayîta rojnamevanan ku di encamê de rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn şehîd bûn, peyameke weşand.

Di peyamê de Heval Ebû bekir êrişa hewayî şermezar kir, her du rojnamevanên şehîd silav kir û ji birîndaran şîfaya lezgîn xwest.

Ebû Bekir di peyamê de destnîşan kir ku pirsgirêk bi êriş û rêbazên leşkerî çareser nabin lê rewş xirabtir dibe û bang li hemû aliyan kir ku dest bi diyalogê bikin û got: "Rêya rast aştî ye. divê dawî li vê rewşa kambax ku herêm aniye ber lehiyê û bê îstiqratê, bê anîn."

(şx)