9`emîn Mîhrîcana Zarokan li Rimêlanê dest pê kir

9`emîn Mîhrîcana Zarokan li bajarokê Rimêlanê bi dirûşma "Zarok sembola afirînerî û hunerê ye" dest pê kir. 26 komên hunerî ji bajarên Qamişlo, Tirbespiyê, Girkê Legê, Çilaxa, Til Koçer û Dêrikê tev li mîhrîcanê bûne.

23 tebax, 2024   19:51
QAMIŞLO

Mîhrîcana Zarokan li hola navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajarokê Rimêlanê destpê kir. Bi sedan zarok û şêniyên bajarên Girkê Legê, Dêrik, Til Koçer û Qamişlo di roja yekemîn a mîhrîcanê de hazir bûn.

Di mîhrîcanê de 26 komên hunerî yên zarokan beşdar in û dê di 2 rojan de berhemên xwe yên hunerî pêşkêş bikin.

Di serî de endama Komîteya Amadekar a festîvalê Zîlan Mecîd bixêrhatina beşdaran kir û destnîşan kir ku armanca wan pêşxistina şiyan û behreyên zarokan e.

Di roja yekemîn de 12 komên hunerî; koma şagirtên dibistana Niwêla ya muzîkê, koma Şehîd Dilgeş a muzîkê, zarokên Kampa Newroz, koma Şehîd Osman a şanoyê, koma zarokên Pargîn a muzîkê, koma Resen a govendê, koma Şehîd Yekta, koma Kulîlkên Koçerat a muzîkê, koma Gupikên Zaroketiyê ya şanoyê, koma Berfa Çiya ya muzîkê û koma Lorîn Ereb a govendê derketin ser sehneyê.

Roja yekemîn a mîhrîcanê bi gerandina govendan bi dawî bû.

Tê pêşbînkirin ku sibe komên din ên beşdar berhemên xwe yên hunerî pêşkêş bikin.

(mh)

 ANHA