Rêxistina Hevgirtina Rojnamevanên Jin banga hesabpirsînê kir

CFWIJ’ê der barê êrişa dewleta Tirk a dagirker ya li ser wesayîta xebatkarên çapemeniya azad a Silêmaniyê de daxuyaniyek da û êriş bi "tundiyeke tirsonek" wesifand û banga hesabpirsînê kir.

Rêxistina Hevgirtina Rojnamevanên Jin banga hesabpirsînê kir
23 tebax, 2024   20:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafireke bê mirov a dewleta Tirk a dagirker li navçeya Seyîdsadîk a Silêmaniyê wesayîteke ku rojnamevanên Kurd tê de bûn bombebaran kir. Di encamê de rojnamevan Gulîstan Tara û Hêro Behadîn yên di wesayîta Şîrketa Chatr Production a medyayê de bû ku li Başûrê Kurdistanê xebatên xwe dimeşîne, şehîd bûn. Her wiha di êrişê de Rêveberê Şîrketa Chatr Production Rêbîn Bekir jî di nav de 6 kes birîndar bûn.

Rêxistina Hevgirtina Rojnamevanên Jin (Coalition For Women In Journalism-CFWIJ) ji bo rojnamevanên jin Gulîstan Tara û Hêro Behadîn yên ku di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne, li ser hesabê xwe yê fermî X daxuyaniyek weşand.

CFWIJ’ê xemgîniya xwe ya ji bo 2 şehadeta her du rojnamevanan anî ziman û diyar kir ku rojnamevan ji ber ku heqîqet diparastin, hatin qetilkirin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Ev êriş tundiyeke tirsonek e. Em sersaxiyê ji malbat û hevkarên rojnamevanên hatine qetilkirin re dixwazin. Divê artêşa Tirk dest ji hedefgirtina rojnamevanên Herêma Kurdistanê berde. Em dixwazin edalet bilez bê cîbicîkirin û her kesên ku ji êrişê berpirsyarin divê hesabê bidin.”