Lehengekî berxwedana Bendava Tişrînê; şehîd Dilgeş Çiya

Di nava malbateke welatparêz de ku bi ramanên Rêber Abdullah Ocalan perwerde bûye û di rêya azadiyê de gelek şehîd dane, mezin dibe. Navê xalê xwe yê şehîd Dilgeş Çiya hildigire û tev li YAT’ê dibe. Li Bendava Tişrînê şehîd dibe û vê peyamê ji malbata xwe re dihêle; "Eger ez şehîd bibim bila serê we bilind be. Ji kurê min Rêwan re bêjin ku ez di rêya azadiya Kurdistanê de şehîd bûme."

Lehengekî berxwedana Bendava Tişrînê; şehîd Dilgeş Çiya
Lehengekî berxwedana Bendava Tişrînê; şehîd Dilgeş Çiya
Lehengekî berxwedana Bendava Tişrînê; şehîd Dilgeş Çiya
Lehengekî berxwedana Bendava Tişrînê; şehîd Dilgeş Çiya
Lehengekî berxwedana Bendava Tişrînê; şehîd Dilgeş Çiya
Lehengekî berxwedana Bendava Tişrînê; şehîd Dilgeş Çiya
Lehengekî berxwedana Bendava Tişrînê; şehîd Dilgeş Çiya
Lehengekî berxwedana Bendava Tişrînê; şehîd Dilgeş Çiya
Lehengekî berxwedana Bendava Tişrînê; şehîd Dilgeş Çiya
Lehengekî berxwedana Bendava Tişrînê; şehîd Dilgeş Çiya
Lehengekî berxwedana Bendava Tişrînê; şehîd Dilgeş Çiya
Lehengekî berxwedana Bendava Tişrînê; şehîd Dilgeş Çiya
Lehengekî berxwedana Bendava Tişrînê; şehîd Dilgeş Çiya
Lehengekî berxwedana Bendava Tişrînê; şehîd Dilgeş Çiya
Lehengekî berxwedana Bendava Tişrînê; şehîd Dilgeş Çiya
Lehengekî berxwedana Bendava Tişrînê; şehîd Dilgeş Çiya
Lehengekî berxwedana Bendava Tişrînê; şehîd Dilgeş Çiya
Lehengekî berxwedana Bendava Tişrînê; şehîd Dilgeş Çiya
14 adar, 2025   03:45
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Îvan Ekrem Kurdî di Gulana 2001’an li bajarê Hesekê çavê xwe li jiyanê vedike. Îvan ku kurê yekane yê malbatê ye û 3 xwişkên wî hene, di nava malbateke welatparêz de mezin dibe. Bavî wî jî bi eslê xwe Ermen e û dayika wî Kurd e.

Malbata Îvan bi felsefeya Rêber Abdullah Ocalan perwerde bûye û xwedî dîroka mezin a têkoşîna azadiyê ye. Xalê Îvan ê bi navê Dilgeş Çiya di sala 1995’an de tev li refên gerîla bû û di sala 1998’an de li çiyayê Şirnexê şehîd bû. Kurê xalê wî yê bi navê Emîn Îzedîn Ehmed (Dilgeş Til Temir) sala 2015’an di Pêngava Şehîd Rûbar Qamişlo de li gundê Bedîh ê Çiyayê Kizwanan şehîd bû.

Îvan xwendina xwe heya asta navîn li dibistanên bajarê Hesekê qedand. Lê şehadeta kurxalê wî bandoreke mezin lê dike û jiyana wî dide guhertin. Îvan piştî ku ji ber mercên aborî yên dijwar dest ji xwedinê berdide, berpirsyariya malbatê hildigire û dibe alîkar.

Bi êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser bajarên Serêkaniyê û Girê Spî (2019) re, kurê xalê Îvan Seed Ehmed ê nûçegihanê me di 13’ê Cotmehê û xalê wî Îzedîn (bavê şehdî Emîn Îzedîn) di 19’ê heman mehê de şehîd dibin. Şehadeta her duyan qonaxeke nû di dîroka şoreşgerî ya mabatê de çêkir û bû sedem ku Îvan rêya xizm û hevreyên xwe yên şehîd bişopîne. Pismanê wî Dijwar Îsa ku endamekî Asayîşê bû, di êrişeke terorî ya çeteyên DAIŞ’ê de şehîd bû. Her wiha dotmama wî Medya Îsa şervana YPJ’ê di şoreşa Rojava de tev lê karwanê nemiran bû.

Li ser vê yekê navê xalê xwe yê şehîd Dilgeş Çiya radike û bi baweriya kûr a bi doza gelê xwe tev li refên Yekîneyên Antîterorê (YAT) dibe.

Dayika Îvan, Kesûma Ehmed der barê tevlêbûna kurê xwe ya nava YAT’ê de got: "Gotinên wê ji bîra min naçe. Ditiriysam tiştek xirab bi serî wî de were. Digot, ’divê li hemberî vebijêrkên xwe nebin asteng’. Dema biryara xwe ya tevlêbûna nava hêzên leşkerî bi min re parve kirin, ez nebûm aseteng. Min dizanî rêya ku hilbijartiye ya rast e. Em hemû bi saya şervanan dijîn. Ne ji wan bûye wê komkujî li dijî me hatibana kirin."

Îvan di sala 2023’yan de dizewice û kurekî wan çêdibe, navê wî jî dikin Rêwan.

LI BENDAVA TIŞRÎNÊ DAYIKEK Û KURÊ XWE YÊ YEKANE

Bi ketina rejîma Baasê re dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybetî Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê zêdetir kirine. Li hemberî van êrişan jî şervanên QSD’ê bi teşkîleyên xwe berxwedaneke mezin raber dikin û dîrokek nû efsanên berxwedanê dinvisînin.

Gelê herêmê yê sivîl jî ji bo parastina bendavê û şermezarkirina êrişan kom bi kom nobetê dewr digirin. 

Îvan Kurdî yek ji wan şervanan e ku tevî hevalên xwe cihê xwe di berxwedana Bendavê de girt û bi sekn û helweta xwe mohra xwe di rûpela dîroka gel û axa xwe de nîvisandin. Dayika Îvan, Kesûma Ehmed ku xwişka du şehîdan û metika 2 şehîdên din e, 3 caran beşdarî çalakiya nobetê ya parastina bendavê de bû. Di wê berxwedanê de her tim çavê wê li dîtina kurê wê bûn. Kesûma di êrişekê li ser bendavê de birîndar dibe, lê birîna xwe ji xwe re nake asteng û bi rihekî têkoşînerî û hesrata dîtina kurê xwe careke din diçe bendavê. Tevî êrişan jî gel çalakiya nobetê didomîne û di oxira wê de bi hezaran berxwedêr şehîd dane. Îvan jî 1’ê Sibata îsal di berxwedana Bendava Tişrînê de şehîd bû.

Kesûma Ehmed soz da ku dê heya dawiyê şopdarên rêya şehîdan bin û got, dijminên Kurdan çiqasî êrişî bikin jî wê nikaribin îradeya Kurdan bişkînin an wan qir bike.  Kesûma banga yekitiyê li hemû hêzî Kurdan kirin û bang li ciwanan jî kir ku tev lê refên hêzên leşkerî bibin, ax û rûmeta xwe biparêzin, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û avakirina Kurdistaneke azad tê bikoşin.

’JI KURÊ MIN RE BÊJE KU BAVÊ WÎ JI BO KURDISTANÊ ŞEHÎD BÛYE’

Îvan bi rûkeniya xwe, rihê xwe yê fedayî cihê xwe di dilê derdorê de çêkir. Hevjîna wî Diyana Ebdulxenî Mihemed der barê vê yekê de got: "Li beramberî malbatê henûn bû. Ji kurê xwe Rêwan hez dikir. Tevî ku ji ber karê wî yê leşkerî dûr bûn, lê jiyana me tijî hezarkirin bû. Kêm caran dihat malê, lê dilê wî her li vir bû. Gotina wî ya dawî ku wekî wesiyet di guhê min de maye got, eger ez şehîd bibûm, bila serê te bilind be. Eger Rêwan pirsa min kir, qala lehengiya min jê re bike û jê re bêje ez ji bo Kurdistanê şehîd bûme.”

‘EM BI ŞEHADETA WÎ SERBILIND IN’

Xwişka mezin a Îvan, Îvanûş jî diyar kir ku şehadeta birayê wê êşek bû, lê di heman demê de ji bo wan serbilindahiyek e û got: "Ne tenê bira bû, lê palpiştê malbat bû. Ji zarokatiya xwe ve berpirsyariya malbatê girte ser xwe. Ji bo parastina me hemûyan mertal bû. Bi bedena xwe çû, lê şehîd e, sembola fedakariyê ye û ji me hemûyan re çavkaniya serferaziyê ye."

Keçxala şehîd Îvan, Cîhan Seyfedîn diyar kir ku hesrata Îvan dîtina Rêber Abdullah Ocalan bû û wiha domand: "Îvan şehîd bû, lê hesreta dîtina azadiya Rêber Abdullah Ocalan û Kurdistaneke azad di dilê wî de man. Lê dîsa jî rêya têkoşînê hilbijart û yek ji parêzvanên pêşîn ên Bendava Tişrînê bû. Yên li wir bûn vê rastiyê dizanin ku Îvan ji bo rêgirtina li ber komujiyan canê feda kir û 2 balafirên xwekujî li ser ava bendavê xistin. Lê alavên pêre yên ku eneriya pê re vala kir, pêre xayîn bûn. Wê kêliyê qêrîna hişyarkirina her kesî ji xetereyê avê. Bang li hevalê xwe kir ku ji balafira ku dê biteqe dûr bikevin. Parçeyên balafirê li serî wî ketin û şehîd bû."

Kurxalê şehîd Dilgeş û kurê şehîd Îzedîn û birayê şehîd Emîn, Welat Îzedîn Ehmed jî anî ziman ku Dilgeş bi eşqeke mezin tev li YAT’ê bû û got: "Îvan di nava malbateke welatparêz a şoreşger de mezin bû. Her tim ji min re digot ’ez bi îşqeke mezin tev lê bûn û tu kes nikare li hemberî min bisekine’. Em hemû amade ne bibin fedakar. Şehadeta wî birînek mezin hişt, nemaze ji ber ku kurê yekane yê dê û bavê xwe bû û kurekî yeksalî li dû xwe hişt. Îro roj her kes qala lehengiya wî û fedakriya wî ya mezin a parastina Bendava Tişrînê dike."

(bb)

ANHA