Ji rojnameyên Erebî: Piştî êrişa ser Golanê metirsiya şerê herêmî

Rojnameyên Erebî yêk ku di hejmarên xwe yên îro de cih dan nirxandinên piştî êrişa ser girên Golanê, bal kişandin ser metirsiya şerekî herêmî. Her wiha diyar kirin ku Netenyahû dixwaze ji bo hedefa xwe ya siyasî eniyek nû ya şer veke.

Ji rojnameyên Erebî: Piştî êrişa ser Golanê metirsiya şerê herêmî
29 tîrmeh 2024   12:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Exbar a Lubnanî di nûçeya xwe ya bi sernavê, “Armanca navbeynkariyên hêzên rojavayî ew e ku eniya Lubnanê ji Xezeyê veqetîne” de bal kişand ser şîroveyên piştî êrişa li ser girên Golanê.

Di nûçeyê te dê gotin ku li gorî nêrînekê wê hikûmeta Netenyahû bersiva êrişan bide û ji raya giştî re bêje ku ev înîsiyatîfa wê heye, berpirsyariya wê hilîne. Li gorî nêrînek din jî Îsraîl êrişek mezin pêk nayîne.

Di berdewama nûçeyê de hatiye diyarkirin ku Îsraîlê ji bo êrişên dijî Hîzbullahê hêzên naveweteyî razî kirine..

Rojnameya Ûkaz jî diyar kiriye ku Hîzbûllah ji hedefa bo rizgarkirina girên Golane derbasî topbarana Golanê bûye û bi vê yekê peyam daye Amerîka û Îsraîlê. Li gorî rojnameyê peyama Hîzbûllahê ew e ke dikare bi hêsanî wargehên sivîlan bike hedef. Di nûçeyê de tê gotin ku eger ev êriş bidomin, dê xetereyên mezin derkevin holê. Her wiha bal hatiye kişandin ku hêzek mezin a Hîzbûllahê heye.

Rojnameya El Quds El Erebî jî li ser heman mijarê diyar kiriye ku Îsraîl vê bûyerê di aliyê siyasî û ragihandinê de bikar tîne da ku hinek babetan mezin bike, hinekan jî veşêr e.

Rojnameya El Ereb ku navenda wê London  e jî, bal kişandiye ku metirsiya derketina şerekî herêmî heye û bal kişandiye ku Netenyahû ji bo hedefa xwe ya siyasî dixwaze li dijî Hîzbûllahê eniyek nû ya şer veke.

(a)