Gerîla Tv filma ‘An hûnê biçin, an hûnê bimirin’weşand

Gerîla TV, fîlmeke ku tê de behsa derbên giran ên gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê li dijî êrîşên dagirkeriyê bi stratejiyeke nû û taktîkên afrîner pêk hatine, weşand. Film bi navê ‘An hûnê biçin, an hûnê bimirin’.

Gerîla Tv filma ‘An hûnê biçin, an hûnê bimirin’weşand
29 tîrmeh 2024   12:03
NAVNEDA NÛÇEYAN

Gerîla TV Fîlma ku saetekê dewam dike bi navê “An hûnê biçin, an hûnê bimirin ku pêngav û çalakiyên şoreşgerî ku di pêvajoya payîza 2023’yan heta bihara 2024’an de weke gavên dîrokî yên pêngava gerîla ya nû cih digire weşand.

Fîlm bi pêşkêşiyeke kurt a dîrokî û daxuyaniya Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan ku dibêje, “Em bi stratejiyekê tevdigerin. Bi vê stratejiyê em dixwazin dijmin têk bibin” destpê dike. 

Di destpêka fîlmê de şehîdên fedaî yên Tabûra Nemiran tên bibîranîn. Di vir de gotinên Rojhat Zîlan, “Ev pêvajoya nû diviya zûtir destpê bikira(…) Tiştek ku em winda bikin nîne. Divê em di vê mijarê de îqna bibin. Ne gavên biçûk, pêwîste em gavên mezin bavêjin. Gavên biçûk wê me rizgar neke(…) Êdî dema wê ye, weke tîmê tolhildanê em xwe amade hîsdikin, em bibiryar û bawer in. Hevrêyên me yên şehîd ji bo me pêşengî kirin. Em jî weke şopdarên wan, li dilê dijmin bixin, da ku matmayî bimînin û careke din bi ser xwe ve neyên. Îdîa û baweriya me ev e. Gava ku em bigihêjin armanca xwe, dijmin dê qet me jibîr neke.” ên beriya çalakiya fedaî ya bi Erdal Şahîn re ku di 1’ê Cotmeha 2023’yan de li Enqerê hatibû pêk anîn, cih girtin.

Gerîlayê fedaî yê din Erdal Şahîn ku cihê xwe di çalakiya fedaî ya li Enqereyê de girtibû, diyar kir ku ew ê li gorî erka xwe tevbigerin. Erdal Şahîn got, “Ji bo me ev çalakî çalakiyeke serketinê ye. Em bi vî awayî digirin dest. Berpirsyariya wê gelekî mezin e, lewma dê encamên wê jî gelekî mezin bin.”

Di fîlmê de dîmenên çalakiya fedaî ya li Enqereyê cih digire. Piştre jî dîmenên operasyonên şoreşgerî ya dîrokî ya li dijî dagirkerkeran li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê hatî pêkanîn, cih digire. Di vê çalakiya ku di meha Mijdarê de pêk hatî 49 dagirker hatin cezakirin, 21 konên leşkerî û 12 çeperên leşkerî hatibûn îmhakirin.

Çalakiya sêyemîn jî operasyona şoreşgerî ye ku ji bo bîranîna Şehîd Leyla Sorxwîn Amed a li herêma Metîna hatiye lidar xistin. Di çalakiya ku 26’ê Mijdarê li Girê Çarçel hatî lidar xistin de 18 dagirker hatin cezakirin û 6 jî birîndar bibûn.

Her wiha di fîlmê de çalakiya ku di dawiya sala 2023’yan ji aliyê Hêzên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal Amed a li dijî drona artêşa Tirk li Girê Amediyê hatiye kirin û operasyona şoreşgerî ya ji bo bîranîna Şehîd Ahmed Rûbar ê li herêma Xakurkê ku di encamê de 27 dagirker hatin cezakirin û her wiha çalakiyên bi bandor ên gerîlatiya serdema nû, cih digirin.

Di fîlmê de balefirên bêmirov ên artêşa Tirk û baregehên leşkerî ên hatine xistin û çalakiyên gerîlayan ên ku tevî bomberdûmanên bênavber hatine pêkanîn, bi awayekî berbiçav tê nîşandan. Diyalogên gerîla yên di demên şer de, bangewaziyên wan ji dagîrkeran re û di bin şert û mercên dijwar ên xwezayî de ketina nav baregehên dijmin ev hemû ravekirineke dîtbarî ya xurt pêşkêş dike.

Van çalakiyan plana stratejîk a gerîlayan û qabîliyeta wan a pêkanînê nîşan dide. Tundiya şer radixe ber çavan û gerîla di nava şert û mercên zehmet de li dijî teknolojiya bi desteka NATO’yê serî hildide, li ber xwe dide û bi pisporiya xwe van êrîşan bêbandor dike. Di fîlmê de ev kêlî bi rewşa xwe yê rastî û zelal tê nîşandan.