Siyasetmedarekî hollandî xwest dewleta Tirk ji NATO’yê bê derxistin

Siyasetmedarê ji Hollandayê yê rastgir Geert Wilders xwest dewleta Tirk ji NATO’yê were qewitandin.

Siyasetmedarekî hollandî xwest dewleta Tirk ji NATO’yê bê derxistin
29 tîrmeh 2024   12:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Siyasetmedarê rastgir Geert Wilders ji ber gefên serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan ên li ser Îsraîlê, li ser hesabê xwe yê X’ê got: "Erdoganê îslamî yê faşîst gefa têketina Îsraîlê dixwe. Ev zilam tam dîn e. Divê Tirkiye ji NATO’yê were qewitandin."

Serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan duh di civîna AKP’ê ya li bajarê Rîze yê Tirkiyeyê de gotibû çawa Tirkiye ketibû Lîbya û Qerebaxê, dibe ku bikeve Îsraîlê jî. Erdogan gotibû: "Tu sedem nîn in ku pêşiya me bigire. Divê em bi hêz bin heya bikarin van gavan biavêjin.

Wezîrê karên derve yê Îsraîlê Israel Katz jî bersiv dabû daxuyaniyên Erdogan. Katz wêneyekî Erdogan û serokkomarê berê yê Iraqê Sedam Hisên li ser hesabê xwe yê X’ê parve kir û wiha nivîsî: "Erdogan li ser şopa Sedam Hisên dimeşe û gefa êrişê li Îsraîlê dixwe. Divê tenê bîne bîra xwe, li wir çi bû û çawa qediya.

(bb)