Ji Qubad Talebanî peyam: Birêz Ocalan deriyê aştiyê vekir

Cigirê serokê hikumeta demborî ya Herêma Federal a Kurdistanê Qubad Talebanî bal kişand ser peyama dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan û got: “Birêz Abdullah Ocalan careke din deriyê aştî û çareseriyeke aştiyane û demokratîk a pirsa Kurd li Tirkiyeyê vekir. Dest bi qonaxeke nû ya têkoşîna siyasî ya Kurdan li Tirkiyeyê kir.”

Ji Qubad Talebanî peyam: Birêz Ocalan deriyê aştiyê vekir
27 sibat, 2025   21:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî Şandeya DEM Partî ku ji 7 kesan pêk dihat ji Îmralî vegeriya, payama dîrokî û wêneyê nû yê Rêber Apo bi raya giştî ya cîhanê re parve kir.

Cigirê serokê hikumeta demborî ya Herêma Federal a Kurdistanê Qubad Talebanî li ser hesabê xwe yê taybet ê tevna civakî peyamek da û piştevaniya xwe ya ji bo peyama dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan re destnîşan kir.

Talebanî diyar kir ku gelê Kurd her tim gelek aştîxwaz bûye û weke rêya herî dawî ji bo parastina mafê xwe û hebûna xwe dest daye çekê.

Talebanî got: “Birêz Abdullah Ocalan careke din deriyê aştî û çareseriyeke aştiyane û demokratîk ya pirsa Kurd li Tirkiyeyê vekir. Dest bi qonaxeke nû ya têkoşîna siyasî ya Kurdan li Tirkiyeyê kir. Hêvîdarin û daxwaz dikin ku vê  carê ev prose bi encameke bi dil ji bo gelê Kurd û Tirkiye dawî bibe, li ser bingehê rastî bi hev re bijîn.

Erkê her kesê ye ku pêşwazî li peyama Birêz Ocalan bike, ji bo serxistina proseyê hevkar bin.”